ERZIROM – Înîsiyatîfa Jinên Tolhilder bi vîdeoya ku weşandiye ragihand ku li Erziromê di 11’ê Nîsanê de li dijî hewldana tacîzê ji aliyê çawîşê pispor û polîtîkayên şerê taybet li Erziromê wesayiteke hêzên taybet şewitandine.
Jinên ciwan diyar kirin ku çalakiya wan hişyariyek e û gotin, “Kî destekê bide polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurd û bi taybet jinên ciwan ên li Kurdistanê tên pêşxistin, hedefa me de ye.”