NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro hêzên çekdarên rejîma Îranê bi ser malên gundên Dêweznaw yê li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê de girtin û 3 welatiyan binçavkirin. Her wiha hate diyarkirin ku destûra yasayî ya hêzên rejîmê ji bo girtina gundiyan tunebû.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê li ser medyayê ragihand ku îro hêzên çekdar ên rejîma Îranê bi ser malên gundên Dêweznaw yê li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê de girtin.
Hate diyarkirin ku di encama serde girtina malên gundiyan de, 3 welatiyên Kurd ên bi navê Umîd Şehdad, Umer Hiseynî û Elî Hiseynî hatin binçavkirin.
Her wiha hate destnîşankirin ku destûra yasayî ya hêzên rejîmê ji bo girtina gundiyan tunebû.
Hêjayî gotinêye ku ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê ve, herî kêm 26 welatî, çalakvan û hunermendên Kurd li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin. Ji vane 8 kes jî xistine girtîgehê.