NAVENDA NÛÇEYAN – Ji pêkhatina hilweşandina sosyalîzmê heta niha zêde wextek derbas nebûye. Di nava vê pêvajoya kin de çi li welatên sosyalîzma pêkhatî yên kevin û çi jî li welatên emperyalîst, dîsa li gelek herêmên cîhanê yên cur be cur rewşên ku diqewimin bên lêkolînkirin, wê bê dîtin ku polîtîkayên li hember sosyalîzma pêkhatî alternatif hatine destnîşankirin gavek pêşve ne avêtine, venêrîna emperyalîzmê jî ya li ser cîhanê ji wan salên berê zêdetir kêm bûye. Hema li her qada cîhanê, li her parzemînê, pêşketinên weke şer, pevçûn û bê aramî rû didin, weke li pey hev bikevin, hev dişopînin û diqewimin. Dema welatên emperyalîst hewl didin yek ji wan venêrîne, bi zehmetiyên mezin, berxwedaniyên gelan re rûbirû dimînin. Li gel pêşketinên derve, pirsgirêk, nakokî û bê aramiya hundur jî zêde dibin. Berê “serkeftinên” ku bi çewsandina pirsgirêkên derve re dihatin bidestxistin, li ser pirsgirêkên hundurîn digirt, lê mixabin îro li pêş vê serkeftinê astengiyên mezin tên avakirin. Di vê manê de bi emperyalîzmê re jî rewşek paşketinê ya cidî tê jiyîn.
“Beşek mezin a mirovahiya cîhanê hema bêje li ser agir dijî. Emerîkaya Latîn, Başûrê Asya, Kafkas, Rojhilata Navîn, hemû parzemîna Efrîka û beşek girîng a welatên sosyalîzma kevin, bi qeyranên siyasî û aborî yên hûrûkûr ve dijîn. Emerîka û Ewrûpa jî di naverasta vê cîhana ku dikelê de, weke du giravên bihuştê ne. Her herêma cîhanê ya girîng bi ragêşiyê barkiriye. Êdî bûyer weke ku ber bi hesabxwestinekê ve biçe hêdî hêdî kom dibin.
Li beramber sosyalîzmê, DYE nûnertiya navenda hêza emperyalîst dikir. Ev ji her hêlê ve wisa bû. Di wateya aborî, mezinbûna çekan û pêngavên polîtîk de bê nîqaş DYE serok bû. Piştî nîvê salên 1970‟î ev rewşa ku hêdî hêdî hat guhertin, bi hilweşîna sosyalîzmê re hîn leztir hatiye jiyîn, emperyalîzmê jî di navbera xwe de hêz dabeş kiriye. Îro
mirov dikare sê navendên emperyalîzmê destnîşan bike. DYE, Ewrûpa û Japonya ne. Bêguman hêjî ji van her sê navendan a herî xurt dîsa jî Emerîka ye. Ancex êdî DYE ji aliyekê ve „di navbera wekhevan de ya yekemîne.‟ Ango weke berê di mijara bûna rêberê cîhanê de nemijara nîqaşê ye.
Di pêşeroja nêz de, wê du hêzên cîhanê yên din jî li gel van her sê navendan bê servekirin. Ev jî Rusya û Çîne. Berê li hember „gefa sovyetan‟ hêzên emperyalîst ên heman polîtîka pêk tanîn û di stratejiyên hevpar de lihev dikirin, di roja me de ji bo helwestên polîtîk ên hevpar pêş nexin, gelek sedemên wan hene.
Rewşa hêzan li gorî hev gelekî cewaze. Lê ev cewazî çi dibe bila be, pêvajo neçar dike ku di navenda hêzê de dabeşbûnek rû bide.” Di mijara berfirehkirina qadên serdestiya xwe û dewlemendkirina çavkaniyên mêtîngeriyê de hevriktiya van dewletên di pêşbaziyê de, di navbera wan de nakokî ava dikir û her ku diçû ev jî kûr dibû. Her çendî ne di asta pêş de be „dijminê hevparin‟, her wiha serve bi hev ve mijûl dibin û em ê di sedsala 21. de bi giranî bibin govanê têkoşîna siyasî û aborî ya van hêzan.
Ev pêşketinên ku li welatên emperyalîst derketin pêş, di raya giştî ya wan bi xwe de jî tê destnîşankirin. Mirovê Rojava yê ku berê bi „xeternakiya komînîzmê‟ ve hatîn rahênandin, êdî heta ku rêbazên nû neyên pêşxistin, nayên tevizandin. Emperyalîzm ji bo şiyarbûna civakê asteng bike û çavên ku vebûne cardin bigire, bi taybet çapemeniya ku yekdestdare û amûrên ragihandin û karbidestiyê yên teknîkî pêş dixe.
Beriya destwerdana li pêşketinên cîhanê bike neçar dimîne ku raya xwe ya giştî –her çendî di vê mijarê de zehmetiyê nejî jî- qane bike. Hewl dide dagirkeriyên xwe yên bêmaf, destwerdanên xwe yên di bin nave têgehên weke “demokrasî”, “mafê mirovan” û hwd de, bi gotinên “humanîst” ve rewa bike. Weke din êdî nikare weke berê pirsgirêkên xwe yên navxweyî ji nedîtî ve bê û pir rehet hêza biryardayîna destwerdana qadên derve bide. Bi fikare ku bertekên raya giştî hem yên hundur hem jî yên derve rabigre.
Ji aliyek din ve jî gelên ku li ser wan destwerdan dihat kirin jî êdî weke berê yekser radestî hêzên emperyal nabin. Hîn zêdetir xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî û rêya serfiraz a berxwedanî dihilbijêrin. Di vir de rista herî girîng jî nasname û polîtîkayên emperyalîzmê yên dijminatiya gelan pir baş hatiye dîtin. Pevçûnên li her qadên cîhanê
yên weke Rojhilata Navîn, Balkanan, Kafkasan, Efrîka, Emerîkaya Latîn, Rojhilatê Dûr didomin, bêçaretiya ku tê jiyîn, pir baş destnîşan dike ku êdî emperyalîzm di serîtewandina gelan de çiqas paşve ketiye.
Di van salên dawî de baştir derket holê ku emperyalîzm pilingek ji kartonê ye, xwe nahilberîne, berovajî wêneya bêhempa ya hewl dide ava bike, xwedî binyatek çiqas binî vale ye. Jiyana ku tê gotin azade, li ber çavane ku jiyanek di rastiyê de hatiye tevizandin, bi teknîkê ve hatiye girêdan, bi kumandayê ve hatiye girêdan û pir vekirî hatiye hiştin ku ji her hêlê ve bê arestekirin. Ev jiyan hatiye dîlgirtin, ji baweriya cewherî û hêza serbixwe ya biryar dayînê hejar hatiye hiştin.
Şêweyek jiyanek nejidil hema bi bombebarana sînema, tv, mina reklaman erdê re kirine yek. Bi heybera ku ji dûr ve weke hedef destnîşan kirîn ve, manewiyat û pîvanên exlaqî bi jiyanek hatî kuştin û yek alî ve mirovên li vir jî veguherandine weke lîstokvanên ku rola miriyan dilîzin.
Çavkanî: DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRARE