NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwan ên xwendekar der barê Jineolijî de li ser înternetê civîn û semînerek li dar xistin.
Jinên ciwan ên xwendekar ên li Elmanyayê dijîn, Jineolijî çi ye, armanca wê çi ye? Bi nîqaşan re pirsgirêkên li cîhanê tên jiyîn û pirsgirêkên ku jin di nava sîstemê de dijîn nirxandin.
Jinên ciwan bal kişandin ku jineolijî çawa derketiye holê û ji bo çi armancê ye. Anîn ziman ku têgîna Jineolijî yekemcar di sala 2009’an de ji aliyê Rêber APO ve di pirtûka xwe ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” de hatiye bikaranîn û diyar kirin ku ev têgeha “zanistiya jinê” hatiye nîqaşkirin.
Jinan der barê koka etîmolîk ya Jineolijî de diyar kirin ku jineolijî têgeheke bêhempa ye ku bi Kurdî ji peyva “Jin” (jin) û bi latînî “logy” (zanist) pêk tê û diyar kirin ku di kurdî de peyva “Jin”. wateya jiyanê jî hildigire. Ji ber vê yekê jî anî ziman ku Jineolijî wekî “ilmê jiyanê” jî tê pênasekirin.
Di civînê de ku perspektîfên li ser lêkolînên jineolîjîk hatin pêşkêşkirin, pirsa “Li hemberî zanista pozîtîvîst bi têgihiştineke demokratîk a zanistê çawa dikare were kirin?” Li ser wê nîqaş hatin kirin. Hat diyarkirin ku Jineolijî li ser jin, xweza û jiyanê ye û weke tevgereke li dijî dogmatîzma zanista pozîtîvîzmê hatiye nirxandin.
Her wiha di civînê de bal kişand ser fikir û felsefeya Rêber APO û geşedanên li ser xebatên Jineolijî yên jinên ciwan ên xwendekar ên li Kurdistanê dijîn û diyar kir ku ji bo heman tiştî li Elmanyayê jî xebat bên kirin.
Jinên ciwan diyar kirin ku ew ê li zanîngehan odeyên nîqaşê ava bikin û bi nîqaşkirina pirsgirêkên li cîhanê tên jiyîn û bandorên zîhniyeta serdest a mêr a li ser jinan çareserî bibînin.