HESEKE – Di bin dirûşmeya “Bi ruhê mizgîniya 21’ê Adarê emê Şerê Gelê Şoreşgerî birêxistin bikin” Desteya Ciwan û Werzîş ya herêma Cizîre li bajarokê Til Birak komxebatekî li darxist. Nêzî 50 kes beşdarî komxebatê bûn.
Di serî de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Her wiha, sînevîzyonekî derbarê şerê gelê şoreşgerî hat temaşekirin û nîqaş li ser pêkanîna wê di nav civaka herêmê hat vekirin. Beşdarên komxebat nêrîna xwe li ser vê mijarê parve kirin, bi taybet li ser erk û mîsyon ku dikeve ser milê ciwanan.