HELEB – Ìro li taxa Şêx Meqsûd a bajara Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan konferansekî bi navê “Ciwan û Rêbertî” li darxistin, di bin diruşmeya “Çawa Bijîn” de. Bi dehan ciwan u jinen ciwan tevlì konferansê bûn.
Konferans bi deqayekê rêzgirtin ji bo giyana şehìdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hatin xwendin. Di perspektîfan de Rêber Apo rol û misiyona ciwanan diyar dike.
Piştre nîqaş derbarê sekna ciwanan di xeta Rêber Apo de hat vekirin. Her wiha, rêyê parastin û bilindkirina destkeftiyên şoreşa Rojava hat nirxandin.
Di dawiyê de ciwanan wêneyên Rêber Apo hildan û bi daxuyaniyekî encamên konferansê hatin xwendin û diruşmeyan hatin berz kirin.