KOBANÊ – Duh li bajarê Kobanê Tevgera Xwendekarên Demokratîk li navenda Çand û Huner a Baqî Xido, civînek girseyî ji hemû endamên xwe yên zanîngeh û dibistanan re li darxist.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Her wiha, rewşa siyasî û rol û misyona xwendekaran di civakê de hate nirxandin û şirovekirin.
Piştî wê jî derbarê amadekariya kongreya giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk nîqaş hat kirin.