MINBIC – Bi pêşengtiya Kombûna Jinan a Zenobîa ya bajarê Minbicê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî hat li dar xistin.
Meş ji çerxereya Saziya Xebatkarên Paqijiyê ber bi çerxereya Sabaa Bahrat ve destpê kir. Saziyên sivîl û leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û tevgerên jin tevlî bûn. Al, pankart û wêneyên mezin ên Rêber Apo hatin hildan.
Dema meş sekinî, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hate rawestîn. Piştre endama Kombûna Jinan a Zenobiya ya bi navê Rûweyde axivî. Her wiha, berdefkê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Mihemed Şêx jî axaftin kir.
Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.