HESEKÊ – Îro Xwendekaran bajarê Hesekê civin lidarxisitin û berdevkên xwe ya nû hilbijartin. Xwendekarên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dixwînen di vê demê de di her bajarê de civina xwe lidar dixin. Duh li Kobanê û îro jî li Hesekê Xwendekar civina xwe lidarxistin.
Xwendekaran amadekariya ji nûve avakirinê dikin
Xwendekarên di amadekariya ji nûve avakirinê de ne. Di 10’ê Gulanê di kongreya Xwendekaran tê lidarxistin û ji bo girtina nerîna Xwendekaran li her bajar li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê civin tên lidarxistin. Xwendekaran bi mîrasê Xwendekarên Demokratîk û Federasyona Xwendekaran dixwazin edî rexistinekê nû, xebatekê nû înşa bikin.
Xwasteka xwendekaran ji bo rexistina nû, bi giştî xebat bi hilbijartin û îradeya xwendekaran werin avakirin.
Heta niha li Şehbayê, li Helebê, li Kobanê civina xwendekaran hatiyê lidarxistin û îro li Hesekê pêk hat. Di rojên pêş de li Qamişlo, li Reqa û li zaningeha Putuga civinên berfireh werin lidarxistin.
Di civina Xwendekaran Hesekê de rewşa xwendekaran fireh hatiyê niqaş kirin
Bi wî awahî îro li Hesekê civina Xwendekaran hatiyê lidarxistin û nezi 100 Xwendekaran û çend Mamosteyan di vê civinê de hazir bûn. Dema xwendaran kom dibûn bi dilan û cos û moral amade bûn. Di despeka bernameya civin de deqeyek rêzgiritin ji bo şehîdan hat girtin.
Xwendekaran rewşa siyasî, pirsgirekên Xwendekaran û çareseriyên vê, rewşa rêxistinî û rewşa xwendekaran bi giştî niqaş kirin û nirxandin. Mamosteyan jî nirxandina xwe kirin û Rexne û Rexnedayn pêş ketî bû.
Di dawiyê civinê de peşniyarên ji bo navê rexistinbûna nû ya Xwendekaran hatin hilbijartin û berdefkên Xwendekaran ji bo bajarê Hesekê hatin hilbijartin.