ŞENGAL- Ev nirxandina Şehîd Vejîn Jiyan e, ya li ser zewaca temen biçuk ku dema li Şengal kar û xebat meşandiye nivîsandiye.
JINÊN CIWAN Û ZEWACA BIÇÛK
Dêma mirov dibêje civaka xwezayî ,keda jînê , hebûna jinê,îrada wê û jiyana ku jinê bi keda xwe afirendî tê bîra mirov.Di civaka xwezayî de jin hemû tiştî bi keda xwe, bi fikrê xwe diafirînê,bi tena serê xwe , bi hêza xwe a jiyanê diafirînê.Lê belê zihniyeta desthilatdar vê yekê hezim nakin û di serî de ciwana û bi hemû hêza xwe ve hemû kesî li dijî jine rexistin dikin.Lewma hemu armanca wan jiyana ku bi destê jina hatiya afirandin,keda ku hatiya dayin li ser esase tunekirinê yê .Beramberî vê jî desthilatdariya xwe ,jiyanê kole li ser van ferz dikin .Lê belê jin zu zu desthilatdariya vê zilmê qabul nakin û berxwe didin , heya roja me ya îro jî hinek aliyan de di pêkanîna çanda civaka xwezayî de biryara hemu tistî jin dide, ji bo zewac , biryara zarok anînê jî jin dide.Di wê demê de zewacek em bejin weke roja me ya îro nîne.Kes ne giredayî kesî ye, jin na zawicê. Yanî zextek ji bo zewacê li ser jin nîne. Lê piştî zihniyeta desthilatdar derketî holê, biryarên ser jiyana jinê giştî ; bav ,bira ,xal,mam û hwd.her zilam dide.
Malbat dêma zextê li ser zarokên xwe dike teybet ser jinê , vê carê jin çareseriyê di zewacê de dibînê û hema bi çi awayî be ,di zewicê .Lê belê ev zewaca ku bê îradeya wê pêk tê dibe sedema ku edî jiyanakê wê nemîne.Di roja me ye îro de jî gelek jin bi vî awayî , di temênekî biçuk(zarok tê) dizewicin.Hinek bi zext û zordariya ku malbat li ser wan dide meşandin , hinek kes jî berbisyartiya zewacê nizanin , ev nezanabûn dibê sedema edî ji xwebûna xwe derbikevin û bibin a kesêkî .Bi taybet di hinek civakên me de ev bi destê kapîtalîzmê , û şerê taybet ê ku dijmin dide meşandin re wekê tiştekî pir normal tê nîşan dayîn .Wek ku pêwîste her ciwanekî ku hatiye 13, 14 saliya xwe pêwîsta bi zewicê.Em nikarin ji bo vî/vê temenî bejîn ciwan jî, ji ber ku ev temen temenekî zaroktiyê ye. Di vî emrî de yek kes jî ne wê zanebûyîna zewacê de yê, ne jî dikare berbisyartiya zewace rake. Bi taybet ev mîjar wek ku mîjarekê bi êş e ,heman dême de rol û mîsyona dijmin divir de dîtin jî esasî ye. Bi taybet bi rêka dîn , ol û bi civakê re bi zanebûn tê giredan wek ku qewlê me de an kîtabê ku ji civakan re pîrozin li wan cihê dinivîsê dest digrin .Tiştekî ku pêwîstê neyê nîqaşkirin , pêşiya wê neyê seknandin û dêma ku ev tê nîqaşkirin jî wekê xetake sor tê raberkirin. Lê belê em vê baş dizanin ku ne civaka xwezayî de , ne di ol û baweriyên de madeyêkê bi vî şeklî nîne .Ev giştî xwestêke meşru kirina zewaca biçukê. E ku ji vê rewşe surdwerdigrê jî hêzen kapîtalîzme ne. Dêma ku di vê rewşê de em Şengalê civaka xwe yê Êzidî destdigrin , beriya fermanê û piştî fermanê heger em qiyasekê bikin, Her çiqas di milê xwedî îradebûyîn ,hêz ,nasnameya xwe yî jin xwedî derketin de pêşketinên pir mezin hebin jî .Pirsgirekê ke sêrekê jin di têmenê zaroktî de dızewacê.Lê dêma ku em lêkolîna vê dikin an civaka xwe a berê tînin bîra xwe ev rewş ne wîsa bû. Lê belê çi bû sêdem ku edî jinên ciwan tenê zewacê difikirin ? Çi dibê sêdem ku jinên ciwan tên asta întîharê û întîhar dikin ? Di bingeha van giştî de em vê dibînin ku bêperwerdebûyîn û bêrexistinbûyîn heyê.Wekê civaka Êzidî bi taybet wekê jinên ciwan e vê civakê xwe ji fermana xilaskirin , xwe zêdekirin , an jiber xwe ji daîşê xilasbikin zû zewicandin ne alternatîfekê , ne rêyekê ne jî serkeftinekê .Lê belê wekê ku em çiqas zu bizewicin , em çiqas zaroka çêbikin , an ger em zû bizewicin daîş me bigrê jî wê nikaribê me xwe mehir bikê vê tu carî em nikarin jiyan bikin .eksê wê ev mirinekê bi saxî ye û xeraptir e.
Piştî fermane şunve bi taybet me ev dît ku , bi rexistinbûyîn û bi perwerdeyên re giredayî jinên Êzidî çawa dikarin bibin xwedî îrade , xwedî maf û xwedî hêz .Bi van perwerdeyên re giredayî jinên ciwan hêza xwe dîtin dijmine xwe naskirin û parastina xwe ya cewherî pêş xistin .Lê belê di mile din de dêma ku em dinerin , jinên ciwan ku neketina vê ferqê û hina jî dijminê xwe xistin bi reka zewacê de dibînin. bi wî têmenê xwe ya zaroktî de em dibînin ku ne mafên wan , ne îradeya wan , ne jî parastina wan dimîne. Lewma tenê erkê kî wê dimîne ev jî dibe , zarok çêkirin ,û karê malê kirin. Heman dême de ev rewş li ser nefsiyête jin (derûnî-psîkolojî) û fîzîka wê jî bandorekê mezin dide avakirin .Bi taybet di nav civaka me a Êzidî de nexweşiya sêrekê , nexweşiya halê nefsî ye. Di encama vê de jî bi sedan jinên ciwan ,xwe întîhar dikin . Lê belê tu kes beramberî vê ne serî hildidê, nedipirsê , ne jî lêkolîna vê tê kirin.eksê wê normalîzebuyın tê jiyankirin .Tê maneya ku dijmine me li wir serketi ye. Ev jî, ji bo civakê me dibe binkeftina herî mezin.
Di civakê me de di şexse jin de ; têkoşîn û berxwedaniyekê bêhempa tê meşandin û bû sedan jin di vî milîde bûne sembol.Ev jî bi rexistin û perwerde re pêk hatiye.Erkê her jinekê ciwan jî ev e ku vê xetê ji xwe re bike mînak û li ser vê xetê bimeşe. Encax em wekê jinên ciwan xwe perwerde, rexistin û zana bikin em dikarin pêşiya zewaca biçuk ,kuştin û întîharan bigrin.Encax wê dême em dikarin şîdeta li ser jin xilas bikin û bi gihîjîn xeta Berîvanan,Nazeyan, Nergîzan û encax em wê dême polîtîkayên dijmin ên qirej xilas bikin .Di ol û baweriya me de tişta herî paqij û a ku herî binîrxê jin e. Vegera vê jina paqij jî bi destê me de ye , dur nîne .Bo vê jî her jinekê ciwan , pêwîstê her ser piya be, xwe perwerde bike û xwe bigîhîne jina azad. Encax wê dême wê tola jinên Êzidî ê ku dîlhatine girtin , firotin û kuştin hilînê. têmenê zaroktî de zarok anîne dinê, têmenê zarok tî de întîhar û têmenê zaroktî de mirin neqebulkirin di destê me de ye. Erk û karê me yê sereke jî ev e. Bo vê jî wekê jinên ciwan , jinên Ezidî pêwîstê em li beramberî zihniyeta ku jinê dixe kole, jine dikujê her tim têkoşînekê bêhempa bidin meşandin ..