QAMIŞLO – Îro Lîgayên Fûtbolê yê Cizîrê ya ciwan û ya bi temen bi dawî bû. Di lîga bi temen de Klûba Asayîşê bi ser ket û di lîga ciwanan de tîma Amûdê bi serket. Ev lîga ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîş a Cizîrê hat li darxistin.
Klûba Asayîşê piştî ku tîma Nîdal bi 5-1 têk bir, bû şampiyonê. Di fînala kategoriya ciwanan de di navbera tîma Amûdê û ciwanên Afdar de, di penaltiyên de tîma Amûdê 3 bi 2 bi ser ket, piştî ku maç bê gol bi dawî bû.
Xelatên takekesî ji bo şampiyoniya ji bo kategoriya bi temen:
Lîstikvanê herî baş ê turnuvayê: Mihemed Omer (Asayîş)
Golparêzê herî baş: Husên Mihemed (Asayîş)
Golkerê Tûrnûvayê: Rêvan Mûsa (Nîdal)
Lîstikvanê herî jêhatî: Aşî Îbrahîm (Stêrk)
Lîstikvanê herî baş di maça fînalê de: Yûsif Hemî (Asayîş)
Xelatên takekesî ji bo şampiyoniya ji bo kategoriya ciwan:
Lîstikvanê herî baş ê turnuvayê: Ehmed Remezan (Amûdê)
Golparêzê herî baş: Ehmed Şehab (Amûdê)
Golkerê herî pêşbirkê: Mesûd Owusu (Amûdê)
Lîstikvanê herî baş di maça fînalê de: Abdullah Kajo (Şebab Afdar)