BASEL- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin û di meha cotmehê de û bi Newrozê re derbasî qonaxa duyemîn bû li bajarê Basel ê Swîsreyê Konferansek li darxistin.
Rojnameger Adar Gulan û Rojnameger û Nivîskar Sefkan Kobanê weke qiseker beşdarî konferansa ku li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd (CDK-BL) a Baselê bi sernavên “Ciwan û Rêbertî” û “Çawa Bijîn” hat lidarxistin bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Aktîvîstê TCŞ’ê di destpêka axaftina xwe de berpirsyariya ciwanên Kurd di pêvajoya dijwar de bi bîr xist û got.
“Divê em ciwanên Kurd di dema pêş de çawa bijîn? Niha hemû ciwanên li vir dizanin ku li Kurdistanê tu kes nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Çawa ku Rêbertî jî got, “Me ciwantî dest pê kir, em ê ciwan biqedînin.” Wek hûn jî dizanin ji bo ku sîstemê li ser ciwanan ferz bikin bi tiryak û evîna sexte heye.
Hemû ciwanên li vir dizanin ku em bi dilê xwe ji Kurdistanê derneketin. Ciwanan xeyal û malbatên xwe hiştin û di şert û mercên kampê de dijîn. Kesek ji me nikarîbû li welatê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Sîstema hikûmetê ya niha xwe bi madeyên hişber û bextewariya sexte diafirîne da ku sîstemê li ser ciwanan ferz bike. Berê dema ku li Kurdistanê pirsgirêk, çewisandin û êrîşa li ser çanda me hebû, ciwanan refleks nîşan didan, lê niha sîstem me ji vana dûr dixe. Di van demên dawî de xwekuştin hene. Divê em karibin sedemên van nîqaş bikin,”
Piştî axaftina vekirinê ya têkoşer TCŞ’ê sînevîzyona li ser dîroka Rêber APO û PKK’ê hate nîşandan.
Piştî sinevizyonê li ser koçberkirkirina ciwanan, politikayên koçberkirinê ji aliyê hezên Newtew Dewlet ve tên pêkanin, Li Ewrûpa ciwan çawa dijîn û beramberê giştî politikayên şerê taybet li ser ciwanan bi fikrê Rêber APO ciwan dikarin çawa xwe biparêzin, niqaş hatin pêşxistin.
Konferans bi coşekî mezin hat bidawî kirin.