BENELUXS- Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda Med diyar kirin ku ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med turnuvaya futbolê li dar xistine û bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku divê ciwan bi xurtî beşdarî turnuvayê bibin.
Daxuyaniya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda Med ku di daxuyaniyên xwe de bal kişand sersanalkirina ciwanan û polîtîkayên şerê taybet, wiha ye: “Ev yek ji çalakiyên ku em ê ji bo parastina xwe li hemberî xeteriya qirkirina çandî, ev e. Civaka me li dijî sanalkirina ciwanan û hemû lîstikên qirêj ên şerê taybet û li dijî îdeolojiya azadîxwaz a Kapîtalîzmê ye. Em hemû ciwanên Kurd û dostên wan vedixwînin turnuvayê. Em bi qasî ku em dikarin civakbûna xwe biparêzin bi hêz in.”
Meclisa Şehîd Çekdar Canfeda Med diyar kir ku dema dawî ji bo serlêdana turnuvaya futbola ciwanan a Benelux ku wê roja yekşemê 05.05.2024 were lidarxistin, 03.05.2024 e û bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî turnuvaya futbolê bibin.