NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya qenala Telegramê ya Operasyon, çeteyên fuhûşê yên girêdayî MÎT’ê li dijî ciwanên ku pêşengên berxwedana li dijî hewldanên tinekirina îradeya gelê Wanê ku di hilbijartinan de derket holê, lez dane çalakiyên xwe yên “Polîtîkaya Şerê Taybet”.
Navenda Nûçeyan a Operasyonê diyar kir ku wan xwestiye taybetiya hevpar a hin bûyerên ku bi dest xistine parve bikin û ev daxuyanî hatin dayîn:
“Ev şebek bi rêya fuhûşê ciwanan dişopînin. Bi dizî bi kişandina vîdeoyê şantajê li wan dikin û ji wî re dişînin û dibêjin “Em ê ji malbata te re bişînin, em ê li ser medyaya civakî biweşînin” û hwd. Pêşî pere dixwazin. Dema ku ew pere dişînin, ev mijara daxwaza pereyan didome.”
Di nûçeyê de hat gotin, “Em bang li hemû ciwanan û bi taybet ciwanên Wanê dikin ku di vê mijarê de baldar bin.”