BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (BÎM) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li hemberî heremên Metîna daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a dagirker di şeva 16’ê Nîsanê de li herêmên Asê, Yekmalê, Xirabê, gundên Xankê û Şêlazê yên herêma Metîna êrîşeke dagirkeriyê li dar xist. Artêşa Tirk a dagirker ne bi yekcarî, gav bi gav bi taktîkeke cuda dixwaze operasyona xwe ya dagirkeriyê li van herêman berfireh bike.
Li ser vê bingehê şevên 17, 18 û 19’ê Nîsanê Herêmên Berxwedanê yên Girê Çarçel û Girê Ortê ji aliyê helîkopterên êrîşê û balafirên şer ve hatin bombekirin. Şeva 19’ê Nîsanê êrîşa dagirkeriyê ya li ser herêma Şêlazê berdewam dike, ber bi herêma Dergelê ve berfireh dibe. Niha herêmên Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê di hedefa êrîşên dagirkeriyê de ne û li van herêman çalakî dewam dikin. Di heman demê de ev herêm ji hewayî ve bi helîkopter û balafirên şer û ji bejayî jî bi top û obusan bênavber tên bombekirin. Her ku agahiyên berfireh bi dest bikevin, wê di cih de bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.
21 Avrêl, 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê