NAVENDA NÛÇEYAN – Şerê gerîla taktîkên taybet bikar tîne ji bo li hember hêzen desthilatdar dikarê bi derfeten kêm bi serkeftîn şer bike. Ev taktîk di despêkê heya îro hertim pêş diketin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistan heya îro gelek serketinên bi rêbazên nû pêk anî. Taybet di dema îro de em binerin dewleta Tirk a dagirker, faşist nikare li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistan serbikeve. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi rêyên cûda li herema Kurdistan û asta cîhanê de dixwaze hevkariyên qirêj avabike û bi wî rengî êrîşên destketiyên gelê Kurd bike. Ji ber wê jî wan êdî fêhm kir ku bi tena xwe nikarin li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şer bikin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi profesyonelbûyina xwe edî arteşa NATO ya duyemîn binxist û di pêşerojê de jî diyare ku ev serkeftîna ku hatiye bidestxistin wê bidome. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji xwe bawerin û gelê welatparêz ya Kurdistanê jî Gerîlayên xwe bawer dikin. Lê ji bo ev operasyona dagirkerî ku artêşa Tirk a faşîst îro li Metîna despê kir wê pêş nekeve. Li ser vê esasê piştgiriya gel ji bo gerîlayên azadiyê esas û giring e.
Ji ber Gerîla tenê ne Gerîla ye. Gerîla ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe şer dike ye.
Wekî Fermandarê HPG’ê Yaşar Çiya jî diyar dike; “Divê em rast fêhm bikin. Stratejiya ku Rêber Apo danî ber me, stratejiya serketinê ye. Lingekî vê stratejiyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, lingê din jî gel e.”
Fermandar Çiya di axaftina xwe de taybetî bal dikşine li ser rol û misyona ciwanan û wiha dibêje; “Li hember dijminekê ku dixwazê gelê me di qirkirinê de derbas bike, pewiste ciwan wekî çilgina bin, gerîla xwe wisa amade kir û pewiste ciwanan jî xwe wisa amade bikin.”