DÊRAZOR – Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayên Metînayê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê li herêma Mamêl meşekî li darxistin.
Bi dehan ciwan beşdarî meşê bû û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên Rêber Apo hildan û dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirk re” “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Metîna” berz kirin.
Di dawiyê de daxuyaniyek hat dayîn û tê de behsa hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên parastina Medya hate kirin. Her wiha hate gotin ku li hemberî êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê û çiyayên Matîna wê îrade, û berxwedana gelên azadîxwaz zêdetir bibe. Di dawiyê de sloganan hatin berz kirin.