DÊRAZOR – Bi desteka endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya parêzgeha Dêrezorê Mejd El-Husên, Nûçe Ciwan reportajekî ji bo danasînê ya şûnwarên arkeolojîk ên herêmê amade kir.
Vê gava yekem ji bo serdana cihên dîrokî yên herêma Dêrazorê, bi çûyîna cîhê Helebî, Zelabiye û El-Qesra dest pê bû.
Ev yekê bi alîkariya Komîteya Çand û Berheman pêk hat, bi armanca zêdekirina hişyariya gel li ser mîrata çandî û dawetkirina xelkê ji bo serdana şûnwarên arkeolojîk û şûnwarên dîrokî.
Cihên arkeolojîk di heman demê de ji bo parastina dîroka welat û gelên ku tê de jiyan dikin weke çavkaniyekî sereke têne hesibandin û şaristaniya resen a demên kevnar nîşan dide. Cihên arkeolojîk bi giştî û ji bo nifşên pêşerojê çavkaniya serbilindî û nasnameyê ne û sembolên afirîneriya mirovan in. Di navbera dema borî û niha de cihên arkeolojîk wek pirekê ne.