NAVENDA NÛÇEYAN – Erdogan îro serdana Iraqê dike, piştre jî tê payîn derbasî Hewlêre bibe, PDK’ê ji bo xatira Edogan kolanên Hewlêrê bi alên Tirkiyeyê xemilandiye.
Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîb Erdogan îro serdana Iraqê dike, lê li şûna Iraqê, PDK ketiye nava kelecanê. PDK’ê ji bo pêşwazîkirina şefê faşîst yê dijî Gelê Kurd Erdogan, rêyên sereke yên Hewlêrê bi alên dewleta Tirk a dagirker daliqandiye.
PDK’ê li piraniya rêyên sereke yên Hewlêrê, pir, xaniyên bilind, kolanan alên dewleta faşîst ya Tirkiyeyê daliqandiye.
Daliqandina alên Tirk a li Hewlêrê, rastî nerazîbûnan hat.