REQA – Duh Navenda Ragihandina HPG ragihand ku artêşa tirk operasyonekî nû yê hewayî û bejayî li ser çiyayê Metînayê ya Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê bi armanca şermezarkirina van êrîşên dawî yên li ser herêmên parastina Medya danê êvarê meşekî erebeyan li dar xist.
Meş ji stadyuma şaredariyê di nava kolanên bajarê Reqayê geriya. Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Rêber Apo hatin hildan û sloganên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.
Meş bi kombûna beşdaran li qada şaredariyê bi dawî bû.