NAVENDA NÛÇEYAN – Elî Welî (17) ê ji navçeya Dirbesiyê ya kantona Cizîrê, dema ji bo tedawiya xwişka xwe ya nexweşa otîzmê hewl dida di Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibe, di 22’yê Hezîrana 2023’yan de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû girtin. Welî 6 mehan li Girtîgeha Mêrdînê hiştin û 3 mehan jî li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê. Welî di 12’ê Adara 2024’an de hat berdan lê li ber deriyê girtîgehê hatibû revandin.
Çend roj piştî revandinê hin kesên bi tirkî û erebî diaxivîn û xwe wek endamên îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) dida naskirin, li malbatê geriyan. Li gorî malbatê, wan kesan dîmenên îşkencekirina Elî Welî nîşan didin şandine û sîxurî li ferdên malbatê ferz kiriye.
Malbatê dengên van kesên ku bi hejmarek telefonê ya aîdî şîrketeke Tirkiyeyê geriyabûn qeyd kir. Di dema pêwendiya telefonê de destpêkê Elî Welî bi dayika xwe re axiviye û gefên li wî tên xwarin ji tirkî werdigerînê kurdî. Di qeyda deng de Welî dibêje ew li Sûriyeyê tê ragirtin, lê nizane ka li ku derê Sûriyeyê ye. Bi erebî jî gefan lê dixwin û li bavê Welî jî sîxuriyê ferz dikin.
Piştî belavbûna nûçeyê li Bakurê Kurdistanê jî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ket nav liv û tevgerê. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê parêzerên ÎHD ya Mêrdînê têkildarî bûyerê serî li dozgeriyê da lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.
Dayika Elî Welî, Necme Mûsa jî diyar kir ku piştî şandina dîmena îşkencekirina zarokên wan û gefxwarinê tu kes li wan negeriyayê û agahî negirtine.