TEBQA – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Tebqayê bi daxuyaniyekî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Metînayê û hevkariya PDK şermezar kir, banga tevlînebûna dewleta Iraqê ya şer kir û berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) silav kir.
Daxuyanî wisa ye:
“Ji bo raya giştî
Faşîzma Tirk li hemberî bêdengiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan di meha Nîsanê de, polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên li dijî gelên herêmê û êrîşên xwe yên li ser serweriya welatên cîran, binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî didomîne. Di 16’ê 2024’an de, dagirkeriya li başûrê Kurdistanê dest bi tevgerekî nû ya leşkerî kir. Duh danê sibê ev tevger bi armanca berfirehkirina baregehên xwe û kontrolkirina deverên din berfireh bû.
Ev tevger weke tolhildana li dijî gelê Kurd hat piştî şikestineke mezin ku rejîma AKP di hilbijartinên vê dawiyê yên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de xwar. Ev tevgerê leşkerî ya ku di demekê de ku gelên azad ên li herêmên Rêveberiya Xweser xwe amade dikirin ji bo pêkanîna peymana xwe ya civakî ku bingeha projeya neteweya demokratîk temsîl dike, pêk hat. hewldana têkçûyî ya ku ket ber îradeya gelan.
Êrîşa dawî ya dewleta Tirk a li ser Metîna ya li Herêmên Parastina Medya, bi hevkarî û lihevkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê têdikoşe, pêk hat. Pîlanên berfirehkirina dewleta Tirk li axa gelek welatan tê meşandin. Împaratoriya Osmanî ev rol lîst, û niha jî dewleta Tirk bi zihniyeteke mafyayî polîtîkaya xwe ava dike û nêzî dewleta Iraqê dibe jî bi rêbazên zext û şantajê.
Di êrîşa xwe ya dawî de, armanca wê ew bû ku Iraqê bi sûcên xwe yên li dijî gelê kurd têxe nava tawanên xwe û rewatiyê bide dagirkirina başûrê Kurdistanê. Em di Rêveberiya Xweser a Parêzgeha Tebqayê de êrîşa hovane ya dewleta Tirk şermezar dikin. Em jî banga dewleta Îraqê dikin da ku nekeve polîtîkayên qirêj ya dewleta Tirk, ku xizmeta gelên herêmê nakin, gelên ku bi hezar salan bi hevre jiyan kirin, û neyê xapandin. Bila biratiya gelan ji berjewendiyên aborî yên hinek kesan li pêştir be. Em piştgiriya gelê herêmê li dijî êrîşên dagirkeriyê dikin, êrîş ku dixwazin tevlîhevî di herêmê de ava bikin û şer û pevçûnan dirêj bikin. Şûna polîtîkayekî aştî û demokrasî, dewleta Tirk dixwaze dewleta Îraqê têxe nav sûcên xwe yên li dijî gelê kurd û şer di herêmê de firehtir bike, da ku binketina xwe û pirsgirêkên xwe yên hindurîn veşere û krîzê xwe derxe welatên din. Em baangawaziya gelê Iraqê û gelê Başûrê Kurdistanê giştî dikin ji bo ku li hemberî xiyaneta PDK bisekinin, ji ber diyar bû ku ev partî nokerê dewleta Tirk e û tevlî êrîşên hovane yên li dijî gelê bû û li dijî berjewendiyên herêmên Kurdistan û Iraqê dixebite. Ev partî pêşwaziya dagirkeriyê kir, piştgiriya eskerî û îstîxparatî ji artêşa tirk re da û hîn didome.
Em Hêzên Parastina Gel silav dikin, ku bi îrade li dijî pilanên dagirkeriyê dewleta tirk şer dikin û xwe feda dikin ji bo jiyanekî azad û bi rûmet ji bo gelê Kurd û gelên herêmê û ji bo xurtkirina biratiya gelan.
22’ê Nîsanê 2024″