DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor li bajarokên El-Zor û El-Şefa yên rojhilatê Dêrazorê gundên El-Hussan, El-Saawa û El-Jeneina di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi dehan broşûrên derbarê jiyana Rêber Apo li gel belav kir. Ev roja duyemîn e ku ciwanên şoreşger ên Dêrazor ji bo belavkirina broşûrê di nav tevgerê de ne. Ev broşûr ji aliyê “Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan” ve hat amade kirin.
Hedefa vê çalakiya dayîna qebûlkirin a fikir û felsefeya Rêber Apo û kişandina gel li ser xeta welatparêziyê û tekoşîna azadiyê.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.