HELEB – Duh Navenda Ragihandina HPG’ê ragihand ku artêşa tirk tevgerekî nû yê hewayî û bejayî li ser çiyayê Metînayê ya Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê beşdarî meşekê li dijî êrîşên dagirkeriyê.
Ciwanan û gel bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Çiyayê Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Wêneyên Rêber Apo û pankartên li dijî dagirkeriyê hatin hildan û sloganan hatin berz kirin.