REQA – Di bin dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî, serbixe azadî” de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Bakurê Kurdistanê, meşeke girseyî li dar xist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û tevgerên ciwanan jî beşdarî meşê bûn.
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dirûşmeyên şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ji Nexweşxaneya Zarokan hate destpêkirin.
Dema meş gihîşt Qada Jinê deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat rawestîn. Piştre berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê rêheval Hadîl Tohme axivî û li ser êrîşên hovane ji aliyê dewleta Tirk ve li ser herêmê bi giştî û bi taybetî jî li ser Herêmên Parastina Medya. Her wiha, rêheval Adnan axaftin kir û behsa berxwedana gerîla li çiya, berxwedana Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê û girîngiya daxwaza şkandina tecrîdê kir. Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo û berxwedana gerîla bi dawî bû.