QAMIŞLO – Şervana YPJ’ê Narvîn Hogir (Dîlan Derwêş) di 22’yê Nîsanê de li ser rêya navçeya Sirin a Kantona Firatê di encama qezaya seyareyê de şehîd bibû. Narvîn Hogir îro li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û sersaxî ji hemû malbatan xwest.
Endamê Kongra Îslama Demokratîn Casim El-Salih jî sersaxî ji malbata şehîd xwest û bal kişand ser wateya şehadetê ya di ola Îslamê de.
Li ser navê hêzên leşkerî jî Mihemed Nezîr Sofî axivî û da zanîn ku ew ê li hemberî hemû êrîş, nokarî û xayintiyê têkoşîna xwe bidomînin, tu kes jî wê nikaribe îradeya gel bişikîne. Bavê Şehîd Narvîn Hogir Mihemed Sîrac destnîşan kir ku ew bi zaroka xwe serbilind in û dê rêya wan bişopînin.
Piştî axaftinan wesîqeye şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Narvîn Hogir bi dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.
Ji bo şehîd Narvîn Hogir wê saet di 17.00’an de li taxa Hilko konê sersaxiyê bê vedan.