REQA – “Kampa Rêber Abdullah Ocalan” a Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Reqayê di roja xwe ya çaremîn de didome. 15 xort û jinên ciwan beşdarî kampê dibin ku hefteyekî berdewam dike.
Îro derbarê nirxandinên Rêber Apo yên li ser ciwanan û rola wan a dîrokî di pêşengtiya şoreşê de û li ser berxwedana fedayî ya gerîla sînevîzyonekî hat pêşkêşkirin.
Bername bi axaftina hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê a bi navê Buşra li parêzgeha Reqayê dest pê kir. Piştî wê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayek rêzgirtin hate rawestîn. Piştre sînevîzyon hat temaşe kirin.