TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo silavkirina berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA-Star li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk û hevkarê wê PDK meşeke erebeyan li hemû sûk û taxên navçeya Tebqayê li dar xistin.
Bi dehan xort û jinên ciwan tevlî çalakiyê bûn.
Armanca vê meşê piştgirîkirina hêzên gerîla yên li Herêmên Parastina Medya û pîrozkirina çalakiyên ku di dîmenên Gerîla TV de desteserkirina gelek çek û cebilxane ji artêşa Tirk a dagirker tê xuya kirin bû.