ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwanan em ê komployê bi dawî bikin û cenga azadiyê ser bixin” konferansekî bi navê “Ciwanan û Rêbertî” derbarê rol û erkên ciwanan li beramberî fikir û felsefeya Rêber Apo li dar xist.
Konferans li hola Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar ket. Zêdetirî 100 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî konferansê bûn.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fehmî Mihemed û berdefka Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Ebdo konferans bi rê ve birin. Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn.
Endama rêvebera Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Efrîn û Şehbayê Emîne Hac Ebdo perspektîfên Rêber Apo yên li ser ciwanan û rola wan ê pêşeng di nav civakê de û li ser erkên wan xwendin.
Piştre hevserokê Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û got: “Hemû dewlet dixwazin li gorî berjewendiyên xwe yên taybet tev bigerin, lê bi îradeya ciwanan em ê bi ser bikevin.”
Piştre ciwanan di nîqaşên xwe de destnîşan kir ku ciwan stûnên şoreşê û hêza dînamîk a civakê ne ku bi wan serkeftin misoger dibe. Ciwanan diyar kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erkê wan e.
Konferans bi hildana wêneyên Rêber Apo û qirîna diruşmeyên silavkirina Rêber Apo bi dawî bû.