KOBANÊ-Îro bi nezîkî 50 jinên ciwan hatin gelhev û di çerçoveya kampanya ya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de ji bo jinên ciwanên Herema Firatê Festivala Biharê li darxistin.
Festîval li Parka Rêber APO hat li darxistin. Beriya destpê festivalê were kirin ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêzgirtin hate girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endamê Werzîşê a Jinên Ciwan Sarînê Şabanî ve bername hat rêvebirin.
Ji bo giringî û armanca festîvala ku hatiye li darxistin li ser navê Mekteba Jinên Ciwan Jîn Ehmed axifî. Ehmed, di axaftina xwe de girîngiya kombûyin û rexistinbûyîna jinên ciwan anî li ser ziman her wiha da diyar kir ku ev kombûyîn moral û manewiyat hin bi hêztir dike û ev jî diheyle ku xebatekî hin xurttir were meşandin.
Piştî axaftinekî kurt di çerçoveya bernamê de lîstokên werzîşê hate pêşkeşkirin. Her wiha pêşbirkên wek mendîl revandin, ben kişandin, voleyboll û hwd. hatin lîstin.
Ber bi dawî ve ji aliyê jinên ciwan ve komên folklerê hatin pêşkeşkirin, her wiha gelek stran ji aliyê jinên ciwanan ve hatin gotin.
Bername bi dîlan garandinê hat bi dawî kirin.