REQA – Di bin dirûşmeya “Bi hêza kedkaran emê neteweya demokratîk ava bikin”, Sîndîkaya Karkerên a Reqayê bi boneya Roja Karkerên a Cîhanê îro semînerekî ji bo fêmkirina wate û girîngiya vê rojê li dar xist.
Semîner bi deqayek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre belgeyekî ji aliyê endamê sîndîka yê bi navê Elam ve hat xwendin. Tê de behsa girîngiya rola karkeran di avakirina civakê de kir. Her wiha, hat destnîşan kirin ku Rêber Apo dixwest çîna karkeran ji bindestiya xwe azad bike û ji ber vê Partiya Karkerên Kurdistanê ava kir.
Civîn bi gelek stranên gelêrî bi dawî bû.