MINBIC – Cenazeyê şervanê Hêzên Eniya Kurd yên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Zeybek Sexr bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Minbicê hat oxirkirin.
Şêniyên kantona Minbicê bi beşdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger û saziyên sivîl, leşkerî û tevgerên jin cenazeyê têkoşer Zeybek Saxr oxir kirin.
Merasîm bi meşekî bi pêşengtiya Hêzên Eniya Kurd ve ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê heya Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê ve dest pê kir.
Li pakrewangeh deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê hat rawestîn. Piştre endamê Hêzên Eniya Kurd Ehmed El-Bari axivî. Her wiha, berdefkê Meclîsa Gel a Minbicê yê bi navê Esma li ser cesaret û fedekariya şehîdan axivî. Di dawiyê de belgenameya wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.