NAVENDA NÛÇEYAN –
Belkî, we ev pirs carekî ji xwe kiriye?
Fîzîkî belkî em dikarin bibêjin em hene, lê hebûn tenê ev ê? Laş, beden û madî? Çi yê ku mirov dike mirov?
Ne tenê fîzîk e, ne tenê laş e. Rih e, cewher e, nasname, çand, kesayet girêday civakê ku aîdî vê yekê ye. Civakbûna mirov e. Belkî wek jin, jinên ciwan em çiqas cewherê xwe, nasname û çanda xwe jiyan dikin? Çiqas rihê me dikare derbikeve hole? Çiqas enerjiya me dikare biherike? Ma em bi rastî çiqas dizanin em bi xwe kî ne? Dema kesek ji me pirs dike ”Tu çi hez dikî, xeyala te çi ye?“ em nizanin bersiv bidin.
Di civaka heyî de pir zêde derfetên me wisa nîn in, kes ji me napirse: Tu çi difikirî, nêrîna te çi ye, tu çi dixwazî, xeyala te çi ye“. Dibe bav, bira, hevjîn, mamoste û civak bi giştî ku ji me re her roj dibêjin: „Wisa bike, wisa nake. Ev ji min bîne, tu naaxive, kes te nepirsî, bêdeng be. Bi tenê dernakeve. Tu nikarî. Tu nizanî.“
Rihê me di bin van şert û mercan de li ku derê ye? Çi dimîne? Rastiya civaka me ya heyî jî ev e ku jin di hemû qadên jiyanê de bi rêbazên cûr bi cûr tê tepisandin, bêdengkirin, pêşiya wê tê girtin. Ancax serweriya zilam, sîstema tebeqa ya ku ji bo hezaran salan şekil didin civak û zihniyetê pêk tê û dikare xwe bidome. Zemîna civaka heyî ya ku desthilatdarî û neheqî lê tên jiyankirin jî tunekirina jinê ye, di her milan de. Rojanê êrîşên ser hebûna jinê tên kirin – fîzîkî û rihî, derûnî jî.
Ji kuştin û tecawûz, heqaret, fihûş bigre heta jin bê perwerde, bê bawerî û bê îrade hiştin. Ji nasname û çande wê dûrxistin. Bi riya van êrîşan pergala heyî ya desthilatdariya zilam xwe dide domandin. Dema mirov wisa lê mêze dike jî diyar dibe ku di nava vê pergalê de û vê civakê de hebûna me wek jin û jinên ciwan pêk nayê. Cihê me lê nîn e, em nikarin nefes bigrin.
Lê li beramberî vê têkoşînekê û berxwedaniyekê ya cîhanî heye. Taybet di rastiya Kurdistanê de jinên şerker û berxweder hertim ji bo azadiya jin û civakê serî rakirinê û teslîmiyet qebûl nekirine. Bi derketina Rêber APO û tevgera azadiyê taybet di artêşbûn û partîbûna jinê de ev gihiştiye astekê nû ya dîrokî û di hemû cîhanê de hêz û hêvî dide avakirin. Di vê çarçoveyê de jî Jineolojî derket holê. Jineolojî çi yê? Zanista jinê ye, zanista civakê û hevjiyana azad e. Di esas de bi çavê jinê mêzekirina her tiştî di jiyanê de.
Di rastiyekê de ku jin lê tê tunekirin, ji dîrokê hatiyê sîlkirin û tepisandin, Jineolojî beramberî vê qerîna têkoşînê ya „EZ HEME! WEKE JIN, EM HENE!“ ye. Jineolojî peydakirina zanebûna me li ser xwe, rastiya xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe ye. Wisa em nas bikin, di dîrokê de çiqas jinên şerker rolên pir mezin dilîstin, xwedî hêzeke pir mezin bûn. Ser vê esasê beramberî her kesî ku ji me re dibêje: „Tu nikarî!“ Em ê bersiv bidin: „Em dikarkin!“ Ji ber ku di dîrokê de Rindexanan, Leyla Qasiman û Sarayan îspat kirina çiqas hêz di her jinê de heya ya ku teslîmeyete qebûl nake.
Di hêza wan de em ê hêza xwe bibînen. Dîroka me viya tîne bîra me ku di esas de em kî ne û pêwîst e bibin çi. Ku azadiya civaka me bi azadiya me weke jin despê dikê û yên ku pêşengtiya vê têkoşînê dikin jî pêwîst e em bibin. Ku hemû van gotinan weke „Tu biçûk e! Tu nizanî! Tu nikarî!“ ku me êdî bi xwe bawer kirine giştî derewên sîstema desthilatdariya zilam in. Dîroka me berovajiya vê îspat dike.
Bi Jineolojî em xwe digihînin zanebûnê, xwe bihêle em xwe nas bikin, bi hêz bibin ji bo ku em e bibin ya xwe. Ji bo ku hebûna me êdî dîsa şênber bibe. Hezaran jinên Kurdistanê û cîhanê ku tevlî têkoşîna azadiyê bûn, şehîd bûn û heya îro têkoşînê mezin dikin nîşanî me didin jin di rastiyê de çi ye. Dikare bibe çi. Wan hebûna jinê derxistin holê.
Bi Jineolojî çeka me ya xwe parastinê li dijî hemû êrîşên ser hebûna me dikeve destê me. Egêr em xwe ser vê esasê perwerde bikin, em bikarin li hemberî van êrîşan bisekinin û hêza xwe, nasnameya xwe derbixînin ortê. Jin ne biçûk e, ne makîna karê malê û zarok anînê ye. Lê afirînêra civakbûnê, exlaq û çandê ye. Navenda jiyan û zanebûnê ya xwedavend e. Enerjî û hêza herî mezin e.
Bi vê zanebûnê, em çawa vê jiyanê, vê rastiyê ku li dijî cewhera me ye qebûl bikin? Em ê çawa vê jiyanê berdewam bikin ku EM lê nîn in? Ser vê esasê em ê li vir û niha jiyana têkoşîna azadiyê hilbijêrin, ancax em ê bibin ya xwe. Ancax em ê xwe bigihînin hebûn. Heqîqeta jinê li çiyayên Kurdistanê li benda me ye, ji vê derê banga me dike, yek bi yek. Ev banga azadî û hebûnê ye. Beramberî vê pirsa ku dide pêşiya me ev e: „Em ê çawa jiyan bikin?“