BERLÎN- Li Berlînê, ciwanên Enternasyonalîst ên Kurdistanî Biparêzin û endamên TCŞ’ê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, faşîst li dijî qadên gerîla û helwesta xiyanetê ya hevkarê PDK’ê û hewldanên êrîşa li dijî gerîlayên azadiyê, her wiha êrîşên li dijî helwestên faşîst û polîtîkayên tirsandinê yên dewleta Fransa û Belçîkayê li hemberî çapemeniya azad bi meşekê hatin protestokirin.
Meşa ku li Berlîn/Reuterplatzê dest pê kir, rê girtina ciwanan û fîşekên hewayî teqandin re, bi dawî bû.
Di çalakiyê de dirûşmên “Gerîla Bijî Berxwedana Gerîla, Bimre xiyanet, Bijî Serok APO, Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” ji aliyê ciwanan ve gelek caran hatin berzkirin.