HAMBÛRG- Hefteya borî li ser daxwaza Fransayê polîsên Belçîkayê avêtin ser saziyên çapemeniya Kurd ên li Belçîkayê. Li dijî van êrîşan li tevahiya Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Mîtînga ku ji aliyê TCŞ û DKTM’ê ya Hambûrgê ve hat organîzekirin, li Gansemarktê ku yek ji navçeyên herî qelebalix ê bajêr ye, hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajêr dijîn ji bo protestokirina van êrîşan li hev civiyan û banga hestiyariyê kirin.
Parêzvana mafên jinan Anja Flach ku di mîtîngê de axaftina yekem kir, diyar kir ku ji bo rastî dernekevin holê, serdegirtinên li ser qenalên televîzyonên Kurd pêk tên. Anja Flach, anî ziman ku di serdegirtinê de gelek malzemeyên televîzyonan hatin îmhakirin û anî ziman ku bi serdegirtineke bi vî rengî mafê gelê Kurd ê nûçeyan hatiye girtin û ev nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin e.
Parlamenterê HDP’ê yê Serdema 24-25’an Nîhat Akdogan ku piştre mafê axaftinê girt got: “Çapemeniya Kurd sed sal in ji bo eşkerekirina polîtîkayên qetlîam û qirkirinê yên li ser gelê Kurd têdikoşe. Çapemeniya Kurd, çapemeniya herî azad a cîhanê ku vê têkoşîna bi rûmet dimeşîne, teqez wê li hemberî van êrîşan helwesteke bi rûmet nîşan bide. Em ji vê bazirganiya qirêj a ku hûn dikin bêzar bûne. Em weke gelê Kurd her tim li cem çapemeniya xwe ya bi rûmet in. “Em ê li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê têbikoşin û di dawiyê de rastiyan hînî hemû hêzan bikin.