ŞENGAL- Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di 27’ê Adara 2023’yan de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gel heverêyê xwe Agir Cefrî şehîd bûn, îro bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin. Di merasîmê de peyama tolhildana şehîda hate dayîn.
Di 27’ê Adara 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker wesayîta fermanadarê YBŞ’ê Pîr Çeko bi balefira bê mirov li ser rêya gundê Behrava kir hedef û di encamê de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd ketin.
Îro li navenda YBŞ’ê a li Xanesorê bi merasîmekê perde ji ser peykerê Pîr Çeko hate rakirin.
Di merasîmê de bi dehan nûnerê sazî û rêxistinên Şengalê gelê Ereb, partî û aliyên siyasî ên Şengalê tevî gelê herêmê amadebûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre ji aliyê malbata Pîr çeko ve perde ji ser peyker hate rakirin.
Di merasîmê de babê Pîr Çeko Elî Bedel axivî, sersaxî ji tevahiya gelê Êzidî re xwest û da diyakirin ku Pîr Çeko ne ji bo malbata xwe belkû ji bo tevahiya civaka Êzidî tekoşîn kir û got: “Ji bo tolhildana keç û jinên Êzidî ji Şengalê heya Reqa her di nava berxwedaniyê de bû, lê mixabin Pîr Çeko di encama îxanetê de şehîd bû.”