NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê, hejmara xwe ya 25 ya meha Gûlan û Hezîran bi sernivîsa “Li dijî îxanet û dagirkeriyê axa xwe biparêzin” derket. Naveroka kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî tê weşandin bi vî awayî ye;
“Tê de nirxandinên Rêber Apo li ser gelê ereb û Îsrayîl û derbarê destana Derwêş Ebdî cihê xwe digirin. Her wiha, perspektîfa ciwanên şoreşger û jinên ciwan ji bo qonaxê ku em tê de derbas dibin, nivîsên li ser pengava vejînê ya 1’ê Hezîranê, li ser parastina xwezaya herêmê, û li ser şehîdên kurd ên li Libnanê jî hatin amade kirin. Em jiyana rojnamevan û şoreşger Hozan Çiya jî didin nasîn û em bi gotinên Rêber Apo şehîdên mezin ên tevgera azadiyê bibîrtînin. Bi dawî jî em buyerên ku di van mehan çêbûn û çalakiyên ciwanan ên dawiyê pêşkêş dikin. Heya weşanekî nû em hêvî dikin ku bi dilê we be.”
Kovar li ser sîteya Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin: https://ciwanensoresger.com/2024/05/02/kovara-ciwanen-soresger-25-gulan-u-hezirane-2024/https://ciwanensoresger.com/2024/03/31/kovara-ciwanen-soresger-a-adar-u-nisane-2024-hejmara-24/