NAVENDA NÛÇEYAN – Dîktatoriya Tayyîp Erdogan ê faşîst, tevahiya zivistanê propagandaya amadekariya êrîşeke nû dikir. Gavên destpêkê yên vê amadekariyê, li Metîna bi êrîşa li dijî gerîla û êrîşa li dijî çapemeniya azad pêk hat. Li Tirkiyeyê 9 kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Dewleta Belçîkayê ji saeta destpêkê ya roja 23’yê Nîsanê û vir ve, êrîşeke korsanwarî ya li dijî navendên weşanê ya Stêrk TV û Medya Haber TV’ê pêk anî ku qasî 4 saetan dom kir. Bi vî rengî car din hat dîtin ku hêzên esas ên dîktatoriya Tayyîp Erdogan ê faşîst-qirker li ser piyan digirin, kî ne.
Bê guman êrîşa navborî bû sedemê nerazîbûneke pir mezin. Ji xwe hefteya borî bû mijara ku herî zêde hatî nîqaşkirin. Beriya her kesê kedkarên çapemeniya azad bi ser bilindî li dijî êrîşa piştevanê faşîzmê disekinin û têdikoşin û azadiya çapemeniyê di asta herî jor de diparêzin. Di daxuyaniya dayîn de, vê pirsê dikin: Gelo dewleta Belçîkayê ji bo pêkanîna vê êrîşê çi bazarî bi rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst re kir û li beramberî vê êrîşê çi tişt wergirtin? Helbet muxatabên vê êrîşê ti bersiv nedan vê pirsê û yên pirs kirine jî bersivê nadin. Tê esasgirtin ku raya giştî ya demokratîk bersiva pirsê bide.
Li aliyê din, li Tirkiyeyê û cîhanê gelek sazî û rêxistin êrîşên dewleta Tirk û Belçîkayê yên li dijî çapemeniya azad, bi rengekî pir xurt şermezar dikin û piştgiriyê didin çapemeniya azad. Di nava van sazî û rêxistinan de, rêxistinên jin û ciwanan, komele û partiyên siyasî, saziyên karker û kedkaran, rewşenbîr û hunermend hene. Li cîhanê hemû beşên demokratîk ên ku ruh û zanebûna civakê ne, bi tundî li dijî êrîşa li ser çapemeniya azad derdikevin.
Li ser vî bingehî êrîşên navborî weke piralî hatine nirxandin. Di rastiyê de tiştên pir girîng hatin gotin û êrîşên faşîst ên antîdemokratîk, bi rengekî xurt hatin şermezarkirin. Di vî warî de zêde tiştekî nû ku were diyarkirin, nemaye. Lê divê mirov bi sedemê girîng ê mijarê, li ser vê êrîşa navborî bisekine û dubare jî be hin xisûsan jinûve îfade bike.
Ji ber ku gelek aliyên girîng ên van êrîşên navborî hene. Mesele dema wê pir balkêş e. Di serî de bi êrîşên dagirkeriyê yên li Metînayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tên re, hemwext çêdibe. Wê demê êrîşên li dijî çapemeniya Kurd a azad, li ser bingehê planeke hevpar a bi êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re, tên pêkanîn. Yanî yên ku ev êrîş pêk anîn, gerîla û çapemeniya azad bi heman rengî dinirxînin. Yanî çek, pênûs û kamerayê bi heman rengî dibînin. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide ku sûcdariya ‘terorîzmê’ ya ku bi tundiya çekdarî hatiye mezinkirin, bê bi kîjan armancê ji aliyê xwediyên xwe ve tê bikaranîn.
Li aliyê din êrîşên navborî, di 23’yê Nîsanê roja vebûna meclîsê ya rê li ber damezrandina Dewleta Komara Tirkiyeyê vekirî de, tên kirin. Yanî di roja ku ji aliyê dewleta Tirk ve cejn tê pîrozkirin de, li dijî çapemeniya azad a ku dengê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye, êrîşên korsanwarî tên pêkanîn. Diyar e ku faşîzma AKP-MHP’ê bi vî rengî dixwaze pîrozbahiyên cejna navborî xurt bike û ev rewş tê fêmkirin. Lê çima dewleta Belçîkayê tevlî vê pîrozbahiya li dijî Kurdan dibe, mirov di fêmkirina vê yekê de zehmetî dikêşe.
Dîsa mîna ku pir hatî îfadekirin, êrîşa 23’yê Nîsanê ya li dijî çapemeniya azad, ji serdanên şefê faşîst Tayyîp Erdogan a li Bexda û Hewlêrê, ji hevdîtinên Hakan Fîdan ên li Ewropayê qut nîne. Ji xwe Hakan Fîdan ji bo Kurdan qetil bike, xwe kiriye fedayî. Ji vê yekê tê fêmkirin ku rêveberên dewleta Tirk, di hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de bi rengekî vekirî bêdengkirina çapemeniya Kurd a azad jî dikin mijara bazariyê. Yanî di dawiya hevdîtinên xwe de bi rengê “bûyerên terorê hatin nîqaşkirin” daxuyanî didin, lê di esasê xwe de bêdengkirina çapemeniya Kurd tê nîqaşkirin.
Her wiha awayê êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê jî gelek ecêb e. Saziyên berbehs her çend li gorî qanûnên dewleta Belçîkayê hatine avakirin û birêvebirin jî polîsên dewleta Belçîkayê kiryarên neqanûnî nîşan dan. Dema ku Kurd dibin hedefa êrîşan, polîsên Belçîkayê jî weke polîsên dewleta Tirk tevdigerin, yan jî xwe weke wan ditîne. Ger bi rastî jî mebesta êrîşê lêgerîna tiştên neqanûnî bûna, bo nimûne lêgerîna mirov yan jî belgeyan bûna, wê li gorî qanûnan tevgeriyana. Lê belê dema ku mirov li vê serdegirtinê dinêre, bi awayekî zelal dibîne ku armanc ne ev in. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku armanca serdegirtinê di çarçoveya dijmintiyeke mutleq de xwe nîşan dide. Zirardayîn û çavtirsandin hatiye armanckirin. Ev yek pir zelal li holê ye. Baş e sazî û kesên Belçîkayê yên ku ev serdegirtin pêk anîne, çima li dijî Kurdan dijmintiyeke wisa dikin? Pirsa ku nayê fêmkirin ev e.
Helbet aliyên cuda yên van êrîşan ên ku mirov li ser bisekine jî hene. Gotineke Suleyman Demîrel a ku pir bilêv dikir hebû, digot ‘Dara ku fêkiyan dide, didin ber keviran.’ Xuya ye ku çapemeniya azad di têkoşîna li dijî zîhniyet û pergala faşîst de xwedî roleke girîng e ku hêzên faşîst beriya her tiştî çapemeniya azad dikin hedefa xwe. Êrîşên xwe yên li dijî çapemeniya azad û yên li dijî gerîla bi hev re pêk tînin. Bê guman ev yek ji bo çapemeniya azad cihê serfiraziyê ye. Bi vê yekê jî mirov bi rehetî dibîne ku çapemeniya azad di têkoşîna azadiyê de xwedî rol û wateyeke girîng e. Helbet çapemeniya azad wê ji niha û pê ve jî vê wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih bîne û li gorî rol û mîsyona xwe tevbigere.
Li aliyekî din dibe ku ji van gotinan re hê zû be jî, lê mirov dîsa jî dixwaze pirsa; ‘Gelo ma çiya golîkan tîne?’ bike. Çimkî desthilatdariya Erdogan a faşîst bi mehan e di navbera Ewropa, Emerîka, Iraq û Îranê de tê û diçe û her wiha bê navber propagandaya ku wê êrîşeke nû pêk bîne, dike. Erdogan bi xwe gelek caran li pêşiya çapemeniyê gotiye ku ‘Ez ê di havîna sala 2024’an de terorê li Iraqê biqedînim.’ Çapemeniya derewîn a AKP û MHP’ê bi mehan e diqîrin û dibêjin, ‘’Wê her kes hêza Tirkan bibîne.’’ Baş e ev hemû ji bo vê yekê bûn? Dewleta mezin ji bo ku êrîşî navendên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê bike, ev qas amadekarî dikir?
Me beriya niha jî anî ziman, ji bo ku mirov bibêje tam jî wisa ye, hê zû ye. Lê belê dema ku mirov yên ku hatine kirin, dinêre jî bivê nevê hizra van yekan jî dike. Faşîzma AKP û MHP’ê her çend bi firotina her tiştê Tirkiyeyê, di nava lêgerina piştevaniya êrîşa li dijî PKK’ê de jî be, wisa xuya ye ku weke daxwaza dîktatoriya faşîst jî pêk nayê. Bes dikare ji êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî çapemeniya azad piştevaniyê bigire. Ji ber ku polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku dijminahiya Kurdan dike û êrîşên wan ên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê, Tirkiye gelekî ji Rojhilata Navîn dûr xistine. Erdogan bi polîtîkayên xwe yên ku dijminahiya gelê Kurd dike, hem dawiya xwe û hem jî dawiya Tirkiyeyê anî.
Lê belê divê em gelê Kurd, hêzên demokratîk ên Tirk û dostên me tim li hemberî hemû êrîşên muhtemel amade bin û tim bizanibin êrîşên faşîst têk bibin. Hewce ye di vê mijarê de şaşî û xemsarî nebe. Bi taybet jî divê moralê xebatkarên çapemeniya azad li dijî êrîşên bi vî rengî kêm nebe. Berovajî vê yekê divê rola xwe ya li dijî faşîzmê bi cih bînin û tim bi moraltir û coştir bin. Divê tim bi bîr bixe ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Ji ber ku ew azad e û hîmê wê gelekî qewî ye û li dijî tu êrîşan jî hilnaweşe. Wê tevî hemû şert û mercan jî bibe dengê heqîqetê.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka