NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê Mehmet Akîf Dalci bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 26’ê Nîsanê saet 06.00’an de li Bursa/Osmangaziyê dikana mobîlyayên faşîstekî MHP’ê yê ku hat tespîtkirin heqaret li gel û şoreşgeran kiriye şewitandine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dikana faşîstê bi navê Îsmaîl Çetîn bêkar bûye.
HBDH’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em vê çalakiyê diyarî berxwedêrên Metîna dikin. Operasyonên ku we li Kurdistanê li bajarên ku dilê paytextê ne, em ê tola xwe bigrin”
Daxuyanî wiha ye:
“Faşîzma AKP-MHP’ê di van demên dawî de li Kurdistanê bi taybetî li herêma Metîna êrîş û operasyoneke dijwar da destpêkirin. Em berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî van êrîşan silav dikin.
Di vê dema ku em nêzî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran dibin de hem di qada leşkerî hem jî di qada siyasî de derbên girîng li faşîzmê hatiye xistin. Erdogan û hevalbendên wî ji bo îtîbara xwe ya ku di binketina van şikestinan de zerar dîtibû bi dest bixin lez didin operasyonan û bi qedexekirina Taksîmê ji 1’ê Gulanê ve hewl didin karker û kedkaran bixe bin zextê.
Weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî em ê serî li ber van zextên faşîzmê deynenin! Em ê li kêleka kedkaran û hemû bindestan bisekinin. Çalakiyên me yên li dijî dagirkerî û mêtîngeriya kedê ya li Kurdistanê wê bidomin.
Di 26ê Nîsanê de, derdora seat 06.00an de, me dikana mobîlyaya faşîstekî MHPê yê ku hat dîtin ku li Bursa/Osmangaziyê heqaret li gel û şoreşgerên me kiriye, şewitandin! Dikana vî faşîstê bi navê Îsmaîl Çetîn êdî nayê bikaranîn.
Em vê çalakiyê diyarî berxwedêrên Metîna dikin. Em ê tola operasyonên we yên li Kurdistanê li bajarên ku dilê paytext in bigrin!
Bijî 1ê Gulanê!
Bijî HBDH!
Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.”