NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encamê 8 çalakiyên di meha Nîsanê de li dijî dagirkeriyê dewleta tirk û çeteyên xwe li herêmên Efrînê eşkere kirin. Di van çalakiyan de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 8 birîndar bûn. 6 çete jî hatin kuştin û 4 birîndar bûn.
Daxuyanî bi vê rengî ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me yên bakur û rojhilatê sûriyê bê navber berdewam dikin, li hember van êrîşên dagirkeriyê jî Hêzên me yên Rizgariya Efrînê çalakiyên misîllemê li darxistin.
Di vê çarçoveyê de:
Di roja 2’ê Nîsanê li xeta bajarokê Babê çalakiyek Sekvanî hat li darxistin, di encama va çalakiyê de Çeteyek dagirker hat kuştin.
Di roja 6’ê Nîsanê li xeta Ma’rê hêzên me çalakiyeke Sekvanî li darxistin di encamê de çeteyek dagirker hate kuştin.
Di roja 13’ê Nîsanê de çalakiyeke taybet li gundê Eble hate li darxistin, di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin 1 çete jî birîndar bû û erebeyek hate îmha kirin.
Di roja 18’ê Nîsanê de li xeta Ma’rê hêzên me çalakiyeke taybet li darxistin di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.
Di roja 23’ê Nîsanê li dijî baregeha Daxilbaşê ya artêşa tirk a dagirker bi çekên giran çalakî hate li darxistin, di encama vê çalakiyê de jî leşkerek dagirker hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 26’ê Nîsanê li xeta Ezazê çalakiyek Sekvanî hat li darxistin, di encamê de Çeteyek dagirker hat kuştin.
Di roja 28’ê Nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke Sekvanî li darxistin, di encamê de çeteyek dagirker hate kuştin.
Di roja 29’ê Nîsanê li dijî du baregehên artêşa tirk a dagirker ya Enabkê û Kefirmizê ya navçeya Şera a kantona Efrîna dagirkirî çalakiyên taybet li darxistin, di encama herdu çalakiyan de 3 Leşkerên artêşa tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birindar bûn.
Bi giştî di van çalakiyan de: 4 Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hate kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn. 6 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrîn
30’ê Nîsan 2024″