MINBIC – Meclîsa Federasyona Werzîşê ya bajarê Minbicê, maçeya nîvfînal a Lîga Dibistanan di navbera tîmên Draset El-Ghassaniye û El-Kerama li darxist.
Maç bi serkeftina tîma El-Kerama li hemberî tîma El-Ghassaniye bi encama 3-1 bi dawî bû. Di dawiyê de lîstikvanên herî baş hatin xelat kirin.
Tîma El- Kerama derbasî fînala turnoveyê dibe.
Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ku azadiya jin weke bingeh ji xwe re esas digire, jin di warê civakî, çandî, leşkerî û werzişî de jî xwe pêşdixin.