REQA – 1’ê Gûlanê, roja navnetewî ya karkeran, 136’emîn salvegera protestoyên karkerên li bajarê Şîkago ya Dewletên Yekbuyî yên Emerîka ji bo parastina mafên xwe, ku tê de karkeran şehîd bûn.
Bi boneya vê rojê Nûçe ciwan bi karkerên Tebqa û Reqayê hevpeyvîn kir.
“Ehmed El-Hemûd ji herêma Tebqayê. Em bi çandina darên behîvan, 1’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran, li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Karkeran ji bo avakirina civakê û avakirina vê jiyanê xebat dikin, û em di roja kedkaran de peyamek ji ciwanan re dişînin, da ku xurtkirina hevgirtina hev du ji bo avakirina pêşerojekî di bin Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi pîvanekî xurt û pêşketî. Em spasiya kedkarên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin û em vê rojê li hemû kedkar pîroz dikin û bi taybet gelê ku li ser zeviyên xwe, li ser karê xwe yê taybet, xerat, hesinkar û hemû karkerên ku di nava sektora taybet de dixebitin.
Alî Mistefa, karker li navenda çemento. Bê guman, di vê rojê de em hemû karkeran pîroz dikin, bingehê civak ew in. Bêyî hebûna karkeran, ev xanî û bînayet tunebûn, bi taybetî piştî wêrankirina bajarê Reqayê. Beyî hebûna karkeran kes nikarîbûba kar bikira, çi li ser asta bazirganiyê û hem jî li ser asta hikûmetê, yan jî li ser tu astê. Em pîrozkirina xwe nû dikin û em hêvî dikin başî ji bo karkeran çêbibin.
Em hêvî dikin mirov nirx bidin kedê me û me hîs bikin bi boneya vê rojê. Em serbilind in ji hemû karker ku bi dil kar dike ji bo xwe û zarokên xwe xwedî bike. Her mirov çîroka wî heye, û xweşiya çîrokê girêdayê çiqas rast tê jiyîn. Ez spasiya her mêr ku bi karê xwe yê rast xwe xwedî dike. Em hemû karkeran û em serkeftin dixwazin ji bo her mirov. Ev girîng e ji ber em hîs dikin ku nirxê me heye di nav mirovan de, û kes nirx didin kedê me. Mirov xweşiya jiyanê hîs nake eger xwe newestîne.”