KOBANÊ – Ji bo pîrozkirina serkeftina Amed Spor di lîga duyemîn a futbol a Tirkiyê de û piştgiriya wê, Desteya Ciwan û Werzîş a Kobanê bi tîma xwe û tîma Hêzên Ewlekariyê Hindurîn re lîstokekî dostane li darxist.
Berî dest pê kê lîstokê, di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat rawestîn. Piştî wê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîş Avaşîn Misto axivî, serkeftina Amed Spor pîroz kir û girêdanbûna wê bi tekoşîna azadiya gelê kurd da nîşandan.