NAVENDA NÛÇEYAN – Di diroka tevgerên demokratîk, sosyalîst, çepgir, femînîst û hwd de rexne û rexnedayin rolekî pir mezin dileyze. Li hember pergala fermî derketin yekem car bi rexnê ve pêş dikeve. Tekoşîna li hember vê jî bi rexnedayinê ve pêk tê. Ji ber ku rexne, ya şaş anina li ser ziman e, rexnedayin jî, wê şaşitiyê ji holê rakirin e. Lê mixabin partî, tevger û pêşengên wê demê vê yekê ji rêze girtin dest û tenê bi rexnekirinê ve sînordar man. Ev yek jî bû sedem ku tekoşîna wan zû an jî dereng belav bibe û bigêhije asta tasfiyebuyînê. Dîroka Reel Sosyalizm tijî bi mînakên vê ne. Kesên ku rexne-rexnedayinê parçe dikin, şaş dinirxînin û naxin navenda tekoşîna xwe, qirêjbuyin jiyan dikin. Heta ji van kesan kesayetên oportunîst û pir xeter jî derdikeve.
Yek ji kesên ku rexne û rexnedayinê rast fêm kir û xist navenda tekoşîna xwe jî Rêber APO ye. Rêber APO rexne û rexnedayinê wek ‘şêwaza şer û jiyanê’ pênase dike. Ev rastî di şoreşa avabûna PKK û di kûrbuyina paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk de bi awayekî ber bi çav hatiye îspat kirin. Rêber APO bi rexne û rexnedayinê ve asta PKK a birdozîk gihand lutkeya herî jor û vê yekê kir malê hemû mirovahiyê. Tu carî bi tirs, du dilî û gûmanên şexsî nêz nebû. Dizanîbû ku ger di Kurdistanê de şoreş çêbibe pêwîste destpêke rewşa ku di Kurdistanê de tê jiyan kirin rast were pênasekirin û li hember vê jî tekoşînek xurt were meşandin. Çawa ku ‘bê partî li Kurdistanê pelekî ji darê nahêje; bê rexne û rexnedayîn jî ne tekoşîn ne jî şoreş pêk tê’ . Rêber APO bi vê yekê re şoreşa jinê bi dest xist. Di kesayeta Fatma (Kesire Yildirim) de rewşa jina Kurd dahurandin kir û tekoşîna li hember jina klasik û bindest derxist pêş. Bi vê yekê re jî tekoşîna azadiyê ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn û ji Rojhilata Navîn ber bi cihanê ve belav bû. Ji bo vê jî PKK wek tevgera rexne- rexnedayinê tê naskirin. Tişta ku anha Rêber APO di Îmraliyê de nû dike û zindî dihêle rexne û rexnedayine.
‘Hemû jiyana me tenê bi rexnekirinê ve dikare were sererastkirin’
Ji bo ku em nêzikatiyekî rast ji rexne û rexnedayinê re pêş bixin pêwîste zanebûn û têgihiştina me hebe. Xwe perwerde kirin û perwerde wek pêwîstiya xwe ya herî bingehîn dîtin di vir de pir giring e. Bandoriya psikolojiya bindestî û dagirkeriyê tehribatên pir mezin di meji û rûhê me de çêkiriye û êrîş her diçin zêdettir dibin. Wê demê emê xwe çawa ji êrişan biparêzin; Xwe ji erîşên dijmin (bi taybet erîşên îdeolojîk) parastin, bi tekoşîna me ya hundurin ve girêdayiyê. Di vê mijarê de parastina cewherî esas e. Parastina cewherî jî bi asta me a ideolojik û siyasî ve pêşdikeve. Pêwîste em xwe ji kesayeta xav, dogmatik, lîberal, kesayeta ku xwe û derdorê xwe dixapîne rizgar bikin. Ger em rast nêzî xwe nebin û xwe ji rastiyê dûr bixin wê demê emê bi pergalê re lihevkirinê jiyan bikin. Ev yek jî rê li ber oportunizmê vedike. Peşiya vê yekê girtin û gav avêtinekî mezin jiyan kirin kûrahiyekî mezin a naskirina dîrok û civakê dixwaze.