QAMIŞLO – Roja Navnetewî ya Kedkaran, 1’ê Gûlanê, li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat pîroz kirin. Li bajarê Qamişlo jî şahiyekî li “Parka Azadiyê” hat li darxistin.
Ruxmê baranê, gel dev ji şahiyê berneda. Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat rawestîn. Piştî wê axaftin hatin kirin, hat diyar kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê û tevgerê wê ji dest pê kê ji bo doza karkerên tekoşîn dikin û vê rojê li hemû karkeran hat pîroz kirin.
Piştre jî komên stran û govend ên kantona Qamişlo hunera xwe pêş kêş kirin. Şahî heya êvarê berdewam kir û gel heya dawî jî govend girt.