HELEB – Di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê ji aliyê akademîsyen, rojnameger, saziyên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, fîlozofên xelatgirên Aştiyê ya Nobelê, nûnerên saziyên jinan û kesên navûdeng ve pêngava ‘’Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ hate destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de dostên gelê Kurd di 10’ê Kanûnê de kampanyaya ‘’Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber APO’’ dane destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dibin.
Weke li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Helebê yên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî pirtûkên Rêber APO dixwînin. Ji bo xwendinê pirtûkên Rêber APO ên yên bi navê; Şaristaniyê: Serdema Xwedawendên Birûpoş û Qralên Niximandî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber Qirkirina Çandî hatin diyarkirin. Her wiha wê hemû pirtûkên Rêber APO werin xwendin. Di meclîs û komunan de ku ji 4 koman hatiye birêxistinkirin, 121 jin wê pirtûkên Rêber APO bixwînin. Her wiha bi sedan kesên ku di meclîsa giştî û komunan de hatine birêxistin jî tevlî kampanyayê dibin.
Jinên ku li Meclisa Şehîd Gulê Selmo kom dibin, heya niha 4 parastinên ewil ên Rêber APO xwendine û dest bi xwendina pirtûka ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber Qirkirina Çandî’ kirine. Koma jinan a ku ji 36 kesan pêk tê piştî hemû sernavên pirtûkan têkildarî mijaran nîqaşan dikin.
Bi xwendina Rêber APO em dizanin em kî ne û em çi dixwazin
Fatma Emîrê destnîşan kir ku ew her roj bi awayekî bi rêk û pêk pirtûkên Rêber APO dixwîne û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke jin kom dibin û pirtûkan dixwînin. Em tenê naxwînin, her hiwa hemû hevalên jin nêrînên xwe jî tînin ziman. Ev yek jî me gelekî pêş dixe. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo em dizanin ku em kî ne û em çi dixwazin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Îro pitûkên Rêber Apo li seranserê cîhanê tên xwendin û paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûye. Bi saya paradîgmaya Rêber Apo xwişk û biratiya gelan pêk hat û hate pêşxistin.’’
Rêber APO grîngiyê dide xurtkirina gelan û xwedîderketina ciwanan ya çand û exlaqê
Ciwana Keçxemîsê jî bal kişand ser paradîgmaya Rêber APO û nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: ‘’ Rêber Apo di pirtûkên xwe de her tim qala edalet, wekhevî û çareseriyê dike. Di perspektîfên xwe yên têkildarî gelan de bi awayekî berfireh li ser mijara çareserîya şeran disekine. Rêber Apo di pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide mijarên weke têkiliyên di navbera gelan de, ji nû ve xurtkirina wan têkiliyan û xwedîderketina ciwanan ya çand û exlaqê. Rêber Apo di pirtûkên xwe de nîşanî me dide ku pêşketina civakê girêdayî çand û zimanî ye. Belavkirina ilm, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo weke jinan erk û berpirsiyariya me ya sereke ye.’’
Çavkanî: ANF