NAVENDA NÛÇEYAN – Hunergeha Welat piştî beşên qeyd, teknîk, kişandin, montaj û dengbêjiyê ji bo zarokan beşa taybet vekir. Hunergeha Welat ku di vê beşê de yekemîn klîba xwe ya ji bo zarokan qedandiye, îro bi navê “Ez çûm gund mala kalo” (Ez çûm gund mala kalê xwe) derdixe. Wênegirtina klîbê rojekê li gundê Gir Dîwan ê Qamişlo dom kir.
Gotinên strana “Ez çûm gund mala kalo” ku Rona Egîd gotiye û balê dikişîne ser ferqa jiyana li gundan û jiyana li bajaran, aîdî helbestvan Bawer Can e.
Belavkarê kompanyaya muzîkê Kawa Xalid bal kişand ser vegotina klîbê û wiha got: “Zarokek ji bajêr diçe gund û diçe mala bapîrê xwe. Zarok ji jiyana gund hez dikin ji ber ku li gund hevkarî û yekîtî heye. Ev derdor dilê zarokan xweş dike û zarok ji jiyan û xwezaya gund hez dikin.”
Kawa Xalid anî ziman ku ew zarokan bi hunerê perwerde dikin û got, “Em zarokan bi vegotina jiyana berê, sadetî, exlaq û dibistanê perwerde dikin.”
Kameramanê Hunergeha Welat Mihemed Mûsa bi bîr xist ku nêzî 15 zarok di klîbê de cih girtine û got ku 60 kes beşdarî klîbê bûne û di rojekê de kişandina wê bi dawî bûye.
Studyoya Şehît Welat di sala 2014’an de bi pêşniyara Hunergeha Welat hate avakirin. Şehîd Welat ku di dawiya sala 2013’an de di êrîşa çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de şehîd bû, endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava bû.
Ev klîb di aliyê Stêrk TV de hatiye weşan kirin.