NAVENDA NÛÇEYAN –
Dixwazin Kurdistanê bidin valekirin
Belê, rastiyeke ku berbelavbûnek û diasporayek mezin tê jiyîn. Gelê kurd jî, di roja me ya îro de gelek ku pir berbelav bûye. Tevgera me bi xwe jî tevî hemû zehmetiyan, koça wê ya piştî demeke pir kin, sedema me ya ku me ev veguherand tevgerek mezin jî eve.
Em di ferqa vê de bûn: Faşizma 12‟ê Îlonê, hatibû pîlankirin ku gelê Kurd bi tevkujiyek duwem ya Ermeniyan re, ji Kurdistanê bidin valekirin. Pir sûdmende ku em û hemû gelê me vê bizane. 12‟ê Îlonê, darbeyeke faşist bû hatibû pîlankirin ku gelê Kurd, Kurdistanê vale bike. Û bi awayeke gelek xedar, di sala hevdeyan de jî wê ev hatiba domandin. Li hemberî vê, min tevgerek koçê ya ku zêde dûr neçe pîlan kir. Û ji roja destpêkê ve, heta beriya derbikeve vegereke welat pir balkêş çêbû, tenê ne di warê fîzîkî de, di warê hest û fikir de jî da çêkirin. Vaye li vir im; ger li Kudistanê bûma, bawer nakim min evqas pêşketin û ev tevgera mezin ya guhertinê pêk baniya. Di raman de guhertinek mezin, di hestan de guhertinek mezin, di pêşketina hestên welatparêzî û hişmendî de guhertineke mezine… Bi taybet jî girêdana wê ya bi şer re, “guhertina bi şer”, ji bo min heta bêjî girîng û balkêş bû. Biqasî ku kesî nebihîstiye, nefikiriye û xwe nedayê min xwe da vê xebatê.
Çalekiya me ya li hember koçkirin û bêbingeh kirin berxwedanê
Di van salan de her tiştî dida revandin. Di van salan de, ji koça Ermeniyan zehmetir, salên dana koçkirin û penaberiyê bû. Piştî komelkujiya Dersimê şûnde terora sipî û koça dihat jiyîn, sed carî li ser qanûnên îskan re qanuneke îskana neçarî pêk dihat û ev sal salên dayîna koçkirinê bûn. Gelek milet, Rum hwd. dan koçkirin, ya ji van hîn xetertir jî tevgerek dayîna koçkirinê bû. Bi hêzeke mezin ya artêşê ve, ji bo ku di mejî û rih de biyanîbûn bidin çêkirin pîlan kiribûn. Bi xistina hemû qenalên radyo, TV a dewrê re, koçbertiyek di warê fizîkî, ruhî, fikrî, polîtîk, çandî û aborî de hat ferzkirin. Divê ev baş bê zanîn û ez hêvî dikim bifikirin, hinek jî ev mijar wê niha hîn baştir binivîsînin. Bi taybet jî wê fêm bikin çalekiya me ya li hember koçkirin û bêbingeh kirine, berxwedanek çawa balkêşe.
Ez berbelavbûna fizîkî zêde girîng nabînim, heta ji hinek aliyan ve dibe ku feyda xwe jî hebe. Lê ev ziwabûna di giyanan de, li gorî meyzandina min we hemûyan tîne rewşeke wisa dilê mirov pê bişewite, dîsa ev bê sazûmaniya fikrî, belawela, ji koçên fizîkî pir xetertire. Di mijara welatê xwe de evqas bêhest, li hember rastiya mirovên xwe evqas belawela, bêpergalbûn, ji bo min bingeha hêrsek mezine. Di vê xalê de li cîhana lawiran temaşe dikim: Ew jî wisa hêsan hêlînên xwe naterikînin. Ne gur, ne çeqal, ne mar, ne jî zîvzîve (çiyan); gelek zehmete ku hêlînên xwe biterikînin, tenê dema te kuşt dikarî wan ji hêlîna wan der bikî. Û gelê me jî bi salan li van xakan bû, xakên pêşiyên wan, xakên ku mîna goşt û neynûk girêdayî hev… Çawa çêbû ku ev kareseta mezin bidil pêşwazî kirin? Bêguman ev hîleyek şerê taybet bû. Bi hostatiyek mezin pîlanek ji bo pêşxistina koçkirinê bû. Ne ku nabînim. Mînak girêdana danakoçkirina Dêrsim û qetlîama Dêrsim, têkiliya koçkirina PazarcixMereş qetlîama wê û ya herî girîng jî “terora sipî”, derketina holê ya saziyên şerê taybet, ji bo min zelal bûne. Û dizanim ku ev li her bajar, li ser her herêmeke Kurdistanê çawa bi pergal, pir bi usta, bi hezar û yek hîleyan û bi polîtîkayên çewsîner lê ferz kirine.
Gel ji xakên ku lê çêbûye hêsan jênareve
Tişta ku dixwazim bêjim, ne ku gel erzan suçdar dikim, lê tevî vê jî ev lîstik çawa hat daqurtandin, ev lîstika şerê taybet çawa wisa di xwe de, heta weke ku ji xwe bireve çawa hate vê rewşê? Dîqat bikin, gel ji xakên ku lê çêbûye wisa hêsan jênareve. Lê di me de mîna jê bireve ketine nav pêvajoyek derûnî û ramanî. Ji xwe direve, her tişt jê re weke mar tê, direve, weke sitîrî tê, direve… Ya rastî şerê pîskolojîk ev rewş afirandiye.
Diçe metrepolan, metrepol têr nake diçe Ewrûpa, Ewrûpa têr nake diçe Moskova, Moskova têr nake diçe Emerîka, London û ez bawerim ger bêjin qudba Bakur jî, em ê li wir di rêza yekem de cîh bigirin. Em hatine rewşa mileteke wisa dane revandin. Divê li ser vê baş bê sekinandin. Nirxandinên di derbarê vê pêvajoya dana penaberkirinê de gel tenge, zêde ne di warê zanistî de ye û wêje jî di vê astê de karê xwe nekiriye. Dîsa di vê mijarê de huner ne baldare.
Şerê ya herî girîng, şerê ‘vegera ruhî’, ‘welat heskirin’ û şerê ‘peyitandina mirovên me hêjane’
Ez ê ne di zanebûna van tevan de bim. Weke min beriya niha jî gotî, min şerên tena bi serê xwe meşandî hene. Wisa, di van şeran de ya herî girîng, şerê “vegera ruhî”, “welat heskirin”, şerê “peyitandina mirovên me hêja ne. ” Gelek hewldanên awerte yên dişibin vê hene û ev ji şerên herî berketî girîngtirin. Ji ber ger ku em li nêzîkbûna dijmin ya gel penaberkirinê bifikirin li hemberî wê hêza me ya fikir û kesayeta min ya niha ku hêyecan dide li holê ye. Hebûna min her roj ji bo welat bangawaziye û qêrîneke mezin ya netewî ye.
Sedhezar bixwe vê dikin, ev şerên mezinin. Ger ku min di eniyê de deh şer dabûna (di gelek îsyanan de jî hatiye dîtin û encam binketin, ezamet şikestin, careke din ji dayîkbûn û çêbûna xwe poşman bûyîn, ji doza xwe çûyîna paş çêbûye), ez ê negihiştibama van encaman.
Lê niha wisa ye? Niha bi tedbîrên ku min girtine re, bi hemû hewldana min re hêvî hatiye dayîn ku “ev welat jî dibe xweş bibe, em dikarin gelek xweş jiyan bikin…” Yekîtî û kelecana vê di lutkeya jorîn de ye. Vaye, ev şer in. Wisa ji ber xwe çênebûne. Ez ji hinek hejarên xwedî aqil û hestan re dibêjim, rastiyên di vê mijarê de ne li gorî tiştên hûn dizanine. Li hemû îsyanan binêrin, çima piştî demeke kin şûnde moralê hemûyan ewqas xira bûye, çima her kes hatiye ber rewşa qutbûnê? Jiyana Ewrûpa baş bû û di vê mijarê de emperyalîzîm gelek mercên jiyanê yên têrkar dabû, başe çima niha herkes dixwaze dev ji vê berde, dibêjin; “Ax welat!” Çima li pey hestên hîn bilindtirin? Ji ber ev şerên rasteqînin ji ber wê ye. Me jî mesafeyeke mezin girtiye.
Û ya herî girîng jî gerîla li hember sermaya çiyan ya herî qerisokî, di germahiya wê ya bi şewat de, belkî jî di berîka wî/ê de pariyek nanê hişt-pîvazek nîne tevî wê li hember artêşeke sedhezarî li ber xwe dide. Ev rih, ev cesaret ji kî derê hatiye dayîn?
Vaye, bûyera herî mezin ya şer ku min qal kirî eve. Ma çima yên tirsonek bi ti awayî naxwazin fêm bikin? Ez ji yên pir baş dinivîsin-xêz dikin re dibêjim, ji yên qaşo dihesibînin ku wêje dikin helbest dinivîsînin re dibêjim: “Tu helbestvan û nivîskareke çawa yî, tu ji bo Afrîqayê dinivisînî, ji bo berxwedanên cîhanê yên herî ji rêzê dinivisînî, lê tu naxwazî yên ku pariyeke nanê wanê hişk nîne, bêhempa li ber xwe didin fêm bikî? Divê êdî ev bê fêmkirin! Yên ku vê fêm nekin nikarin Kurdîtî û welatparêziya Kurdîtiyê bikin. Ev tirsonekin û yên tirsonek jî teslîmê zaliman dibin. Tene dikarin li ber deriyê hêzên ku ev gel anînê vê rewşê de rol lîstine li pey karmendiyê
bigerin.
Û karmend û tirsonek ti carî nabin şervanên gel yên wêrek, rewşenbîrên gel û sinetkarên gel. Dema ez vê dibêjim, cudahiya kesan nakim, naxwazim vê yan jî yê din teşîr bikim. Dixwazim rastiya rizgariya netewekî rast bê fêmkirin. Ger hebe hinek behremendiyên wan, bila wan ji bo welatê xwe û ji bo berjewendiyên gelê xwe, çi bila bi destê PKK‟ê be, çi bila bê PKK‟ê bikin, lê divê rast pêşkêş bikin. Ji bo vê yekê dibêjim pêwîste destpêkê rast fêm bikin, bibin xwedî dil û morelek rast. Wê ev, rih û hişmendiya wan pêş bixe. Û wê ev jî bi misogerî vegera li welat pêkbîne, bêkokî veguherîne kokên esasî.
Li hember bêkok-kirine bikokbûn
Hêvîdarim ku, niha nivîskarên me du romanan yek bi navê “bêkokî”,yek jî bi navê “kokberdanê” binivîsin. Bêkokî zede û weke ku her tişt jê dikin davêjin. Bila pêvajoya vê baş binivîsin, mijareke pir cidî ye. Him jî bila lêkolîna wê ya teorik baş bikin.
Şewitandina gundan bêkok-kirine, di her astê de mirov dayîna revandin bêkokirine. Lê yek jî bikokbûn heye. Ger ku gengaze bila wêje û hunera vê jî bikin. Carekedin bikokbûn kelecanê dide min. Azweriyên min ên mezin hene. Ger ku bi van re welatparêzî heye, çima vê nabihîzin? Ma li çiyayên Kurdistan û newalên wê ji çandinî zêdetir tiştek hîn binirxtir dibe?
Mezopotamya, newalên Zagrosan, çandiniya destpêkê, kedikirina destpêkê, hêlîna destpêkê, ma ne qadên pêşvebirina hemû îskanên mirovan û şaristaniya mirov bû? Û ma ev hemû hêcanê nadin hemû mirovan? Başe çima ev dîrok nayê dîtin, çima li gorî vê dîrokê ji nû ve, xwe tevlî vê çîroka vejînê ya mezin ku li Mezopotamya ye, newalên Zaxrosane nakin? Çima romana wê, hunera wê, hêcana wê nabînin? Çima xwe di Ewrûpa ya tinebûyî û waroşên metrapolan de xilas dikin? Heta çima xwe li Kurdistanê jî ziwa dikin? Dipirsim ku, çima dînê jiyanê, çima nexweşê welatê xwe û girtîgeha vekirî jiyan dikin! Û dibêjim ev lê nayê.
Wiha, di vir de şerên ku min qezenc kirîn hene. Ez gelek rihetim, gelek bi hêcanim û ev min pir dixirikîne, her tiştî bi min dide fikirandin û her tiştî bi min dide serxistin. Ger ku dixwazin serbikevin, vaye mîna vî “karê bêkokbûnê” bibin proleteryayê zanistê, hêcanek mezin bigirin. Ya din wê mîna verişîna gorê bê, wê enerjiya wê bê, wê hostatiya şervantiya wê bê û hûn ê her roj daneyek nû çêkin. Û wê binkeftin jî nebe.
Bi berxwedanî mezin û tundî parastin civakek nû re rê veke
Mezinbûna min di vir de ye: Min li hember berbelavbûna mezin li ber xwe da; min di rih de li ber xwe da, wisa tundî bi çêk li ber xwe neda. Min di raman de li ber xwe da, di kesayet de li ber xwe da. Ev gelek girînge, em pêvajoyên dişibin van bibîr bînin: Her çendî berxwedanî di rih, moral, raman û bi taybet jî (her çendî di çaçoveyeke teng de be jî) di rêxistinkirinê de bi tundî biparêzî; wê rê li ber tevgereke li hember disekine, xwe ji nû de saz dike û ji civakek nû re rê veke. Em bi temamî di vê pêvajoyê de ne.
Ya rastî divê pêşveçûna vê baş bê lêkolînkirin. Ji ber vê sedemê ez ê ji rewşenbîr, nivîskar û zanyaran re bêjim; bi misogerî pêwîste vê diasporayê, serûbinbûna mezin û berbelavbûnê baş lêkolîn bikin. Mesele wisa weke ku di rojnameyan de tê nivîsandin nîne, wisa weke hûn dizanin jî nîne, gelek kûr, gelek bi xeter û gelek dijwar tê kirin. Yê ku teslîm nebûyî, îhtîmalek her gundiyeke ku welatparêz be tê qetilkirin, bûyeke tirsinake! Ji van re bûyerên kiryarên wan ne diyar tê gotin… Mirovan digirin, bi gelek vehşiyane qetil dikin. Niha wê kî çîroka van binivîse? Hezaran mirov bi vî rengî qetil kirin. Rêxistinek yek ji van jî nîne û bi PKK‟ê re jî ne di nava pêwendiyekî de ne. Şervanên şerê taybet, kontra dibêjin ku; “Dê ev di nêz de biçin aliyê wan. ” Ji yên teslîm nebûne, yên ku teslîm negirtîn re dibêjin; “Ev potansiyel xetere” û koka wan ziwa dike. Kesî ev pêvajo lêkolîn nekir.
Wiha tenê bi gotina; “Evqas cinayet hene, xwediyê kiryaran li kî derê ne. . ?”re dimînin. Ev ne tişteke! Kiryarên ne diyar di gorê de jî bin, bidin te jî, ev tiştek îfade nakin. Ev çawa girtin, kî bi kîjan armancê girtin û çawa îşkenceyên wehşî meşandin? Ev gelek girînge, divê devji vê neyê berdan.
Min rihê xwe nefirot û li hember van ber xwe da
Ez, hewla hînek mirovan, mafê mirovan û kesên navbertiya aşitiyê dikin kêm dibînim. Û gelek tiştan jî vedişêrin. Heta di derbarê hinekan de bi gumanim. Suçdarê esasî, niyetên wan yên esasî, têkiliyên wan yên li gel dewletê, rûyên wan yên wehşî û riya li ber êşên ji derveyî mirovahiyê vekirine nayînin ziman. Xistine ber çavê xwe çavokê hespan yan jî dûrbûna ku rastiyê nade nîşan; dûrbûnê hîn dûrtir dide nîşan, nêzbûnê jî bi awayê ku fêm nabê nêz dike û dîmena rastî jê dibe. Vekolînerên bi vî rengî hene. Ev tiştên dibin dîtina wan wisa ne zehmete. Gundên ku xira bûne, pêwîstî bi durbûneke zêde û lêkolînkirinê nake. Ev êşên van mirovan, hema li rûyê wan temaşe bikî di heman kêliyê de fêm bikî. Bi lênûsê, nizanim bi çî vedikolin ku qaşo rastiyan bibînin, ev bêfihêtiye. Yên ku vê dehşetê heta şaneyên xwe hîs nekin, nikarin bibin parazvanên mafê mirovan û navbervanên aşitiyê. Di vê mijarê de li Tirkiyê rewşeke pir teng heye, divê bê derbaskirin. Ev jî têrê nake, yek jî divê eleqedarî ji bo vegera van mirovan hebe. Ez xwe wisa ahim-şahim nagirim dest, lê min li hember van salan baş li ber xwe da, min rihê xwe nefirot.
Mezinbûna min di vir de ye. Dema bi qasî serê derziyê derfet ketin destê min, ji bo berxwedanî, min di hizir û pratîkê de nirxand. Hinek tiştên baş derketin holê. Bila ev bê fêmkirin yan jî herkes jê feyde bigire, ev jî bese. Divê ev bê kirin. Hinek nirxên xweşik yên ev gelê ji bo careke din neyê dîtin binax kirine. Dijmin wisa ji xwe re negotiye; “Ev pêncî sale me xistine gorê, ser wan jî beton kiriye. ” Ev, nirxandineke raste. Min ew gor kunkir. Çawa? Ew jî karê nivîskar, wêjevana ye, bila lêkolîn bikin.
Dixwazim hemûyan ji gorê derxînim
Ez niha jiyan dikim. Li ser navê Kurdan jiyan dikim, li ser navê azadiya Kurdan, li ser navê azadiya gelê Kurdistanê jiyan dikim. Dixwazim Ermeniyan, Asuriyan jî ji gorê derxînim, çiqas çand heye dixwazim hemûyan ji gorê derxînim. Ez ji vê hêcan û şanaziyek mezin digirim. Vaye, divê ev bê lêkolînkirin. Ma ev kêm şerên girîngin? Kîjan zaliman ev gorbûn û ev beton çêkirin? Hûnê çima vê nenivisînin?
Û ya herî girîng, ev çawa hat qelişandin? Bifikirin, ev gotina wane dibêjin ev pêncî sale hûn, “di goreke betonkirî de ne. ” Bi lêdanê wê betonê diqelişînî û weke tovekê bejin davêjî. Ji bo gelan, ji bo çandên wan ji vê zêdetir tişteke ku hêcan bide ma mirov dikare bifikire? Li dilê nivîskareke me yê realist temaşe bike, li hişmendiya wê temaşe bike, heta nikare danasîna wê bike. Ev belangaziyek mezine. Ya pêk tê girînge. Her çendî êşên gelekî hebin jî ji nû ve dengê xwe derxistina holê û bêje “ez heme” hêcan dide. Her wiha hinek dibêji “Ermenî û Asuriyan jî şiyar dike.”
Bila her gelek rabe, ev tiştek xweşike
Bila her gelek rabe, ev tiştek xweşike. Bila her çand pêş bikeve, ev jî tiştek xweşike. Ew neteweperestên teng pirsgirêk û belayek cuda ne. Dikarin ji heqê wan bên der, mirovahiya ku pêş dikeve, çanda pêş dikeve, jiyan bi xwe ye. Vê dîtin û hêcan negirtin gengaze? Şer, cewherê şerê gel jî wisa be rakêşwer û afirînere, her wiha dibe ku ber bi encamên serkeftî be jî bibe.
Yanî di wateyekî de weke cewherê pirtûkan jiyan dikim de me. Min berê pir pêwîstî didît, çi ber çavê min ketiba min dixwend. Niha eleqeya min lewaz bûye. Lewazbûn, ne ku ji ber pêwîstî bi hizir nedîtine. Tenê difikirim. Êdî pirtûk ji min re teng tên. Hizrê xwe di nava risteyên pirtûkan de çewsandin min teng dike. Berevajî di serê min de teqînek heye. Ez dikarim di derbarê felsefe, moral, mijarên ku hemû civakê û xwezayê eleqedar dikin de bifikirim û ev min îdare dike. Ji ber vê yekî zêde pêwîstî bi pirtûkan nabînim. Di cihekê de tişta ku jiyan kirî di pirtûkan de fêrbûn zêde girîng nîne. Herî zêde, pirtûkan lêkolîn dikim ka tiştên hatine jiyîn çawa rast derdixin. Lê dîsa bi dilnimzî dixwînim. Lê bi taybet ji rewşenbîrên Kurd re pêşniyara min, bi dîtana tiştên hatine jiyîn re pirtûkan bixwînin, wê hîn zêdetir encamên bandorker bidest bixin û bigihin rondarbûneke dijwar. Di pirtûkan de tenê dîtin zede rastiyê rave nakin. Di ya tê jiyîn de jî li rastiyê gerîn di nava derfetan de ye. Ger berhevdanên xwe yên teorik bi tiştên tên jiyankirin re bike yek, wê rê li pêşiya ramaneke rewşenbîrî ya rasteqînî veke.
RÊBER APO
Çavkanî: Dîrok Di Roja Me De Veşartiye, Rêber APO