NAVENDA NÛÇEYAN –
“Mijara ku ez li ser radiwestim, di heman demê de dahûrîneke evînê, dibe keda dahûrandina evîna netew. Teqez divê rêz jê re bê girtin û girîngiya vê kedê baş bê dîtin. Yek ji başiyên herî girîng ku ez bi Kurdekî bikim ev e. Heta niha weke tê xwestin min ev pêk ne aniye, ez vê jî bêjim û ez heta niha jî li ser dixebitim. Ez di vê mijarê de xwe naxapînim. Rasteqînim. Li dijmin binêrin dibêje; “ev nizanin hez bikin.” Bi taybetî jî di pêvajoya piştî îsyana Dêrsimê de vê dibêjin. Kurdan weke “wahşiyên ji hemû curê li navbirinê re vekirî” dibînin. Encamên wê polîtîkayê jî li ber çava ne. Pêwîste em bidin îspatkirin ku ev ne bi vî rengî ye.
Li beramberî faşîzm û mîlîtarîzma Tirk em neçarin xwe biparêzin. Ya min evîneke? Navê wê girînge. Em ji aliyê dîrokî ve jî navê wê lê bikin, ev çiye? Min ketina xwe ya malê ji we re vegot. Ya rast min dikarî hinek zarokan jî ji wê malê rizgar bikim, bi taybet bi vê xembar dibim. Keçikeke hîn biçûktir hebû, qet nebe min dikarî ez wê rizgar bikim. Piştre min bihîst ku endamekî MÎT‟ê dest avêtiye wê keçika biçûk, keçik xira kiriye, ev ji bo wê felaketeke.
Hinek zarokên malê yên kur jî hebûn, min dikarî ez wan rizgar bikim. Lê ji ber nebesiya taktîkekî min ew rizgar nekirin. Ger na min wisa dev ji wê malbatê bernedida. Belê, di heman demê de şerekî namûsê ye. Ev tolgirtina çiye? Pêwîste nav bê lêkirin. Bi rastî jî ev rewşeke tolgirtinê ye. Li ser navê xwe jî ew tolgirtin min rakiriye. Wê bi xwe hewl dida bide diyarkirin ku çiqas bi we ve girêdayî ye, çiqasî jî berevajî min biteyisîne, di nava hewldana teysîneke wisa de bû.”
Fu.: “Digot ez bi rastiyê ve girêdayîme. Ev rastiya wê bi aliyê wê yê ji Dêrsimtiyê ve girêdayî ye.”
“Ya rast wê dizanî ez tevgereke tolgirtinê pêş dixim û ferq kiribû ku ev jî tolgirtina komkujiya Dêrsimê ye. Ji ber vê pir zêde xwe nêzîkî te dikir. Jixwe wê demê serê te jî tevlîhev bû û te zêde wate jî nedidayê.”
RÊBER APO
Çavkanî: Isyana yekem, Rêber APO