BARCELONA- Di 23’ê Nîsanê 2024’an de polîsa federal a Belçîka studyoyên televîzyonên Kurd êrîşê “Stêrk TV” û “Medya Haber” kir. Di eynî demê vê êrîşê li Tirkiyê 9 rojnamevan hatin girtin, êrîş li ser herêma Metîna (Başûrê Kurdistan, Bakûrê Iraqê hatin dest pê kirin, ku tê de her cûreyên teqamenî yên qanûnî û neqanûnî tên bi kar anîn.. Ew êrîşan jî rojekî piştî serdana Erdogan a Iraqê piştî 12 salan çêbû pêkhatin. Çend hefteyan berî, Hakan Fîdan, wezîrê derve yê Tirkiyê serdana çend serokên dewletên Ewrûpî kir. Di encamê wê de, Fransa 3 ciwanên çalakvan ên Kurd teslîmê Tirkiyê kir, û bi vî awayî wan ji girtîgeh û êşkence re mehkûm kir. Li ser vana esasên politikyaên şer û tûnekirinê li hemberê gelê Kurd û deskeftiyên wî grûpekî çalakvan ên enternasyonalist mîtîngekî ji bo şermezarkirina êrîşê dijî azadiya ragihandinê û hevkariya Belcîka û Fransa di tunekirina gelê kurd û normalîzekirina faşîzmê Erdogan li darxistin.
Di çalekiyêde di derbarê rojêvê de daxuyanî bi zimanê Îspanyolê jî hat dayîn û ev xusus hatin diyar kirin;
“Dewleta faşîst a Tirk ji bo şerê xwe yê jenosîd li dijî Kurd, Aşûrî, Ermen û gelên din ên herêm pêşxistina têkiliyên bi hêzên mezin didomine. Bi vê awayî her cure êrîşê li dijî berxwedanê tê kirin. Di vê çarçoveyê de, êrîşê li ser kanalên tevîzyon ên Kurd “Medya Haber” û “Stêrk TV”, ku derbarê buyerên li Kurdistanê agahdar dikin, êrîşekî cidî li dijî azadiya ragihandinê ye.”
Ji saet 11:30 sibehê şunda, 20 çalakvan bi pankartekî ku digot “Ragihandina azad nikare were bêdeng kirin” kom bûn li ber deriyên balyozxaneya Belcîka li Barselona. Slogan weke “Bijî berxwedana Kurdistan” û “Tirkiyê hedef digire, Belcîka lêdide” hatin berz kirin. Mîtîng 45 deqa dirêj kir. Hejmarê polîsê hezir bi temamî bêhevsengî bû, lê mîtîng bê pirsgirêk pêk hat. Ji aliyê balyozxane tu nîşanê derneket, ev ji çalakvanan diyar kir kûrbûna têkiliya di navbera hêzên ewrûpî bi hikumeta faşîst a Tirk re. Mîtîng bi bangawaziyekî ji bo berdewamiya hevgirtinê û bi destnîşankirina ku Erdogan hîn êrîşên din li dijî gelê kurd amade dikir bi dawî bû. Bi vî rengî bangawaziya ji bo amadekirina ji bo bilindkirina çalakiyên li bajarê Barselona hat kirin.